Karayê di 23 saliya xwe de hatibû girtin di 52 saliya xwe de hate berdan 2023-08-06 18:59:12   ŞIRNEX - Hîkmet Kara yê dema kete girtîgehê 23 salî bû, di 53 saliya xwe de ji Girtîgeha Tîpa T a Karakoçanê derket û bi çepik û tilîliyan hate pêşwazîkirin.    Hîkmet Kara ku li Girtîgeha Tîpa T a Karakoçan a Xarpêtê dihate ragirtin piştî 30 salan hate berdan. Karayê dema hatibû girtin 23 salî bû, di 53 saliya xwe de ji girtîgehê derket.    Kara di sala 1993’yan de dema 23 salî bû li Şirnexê hate binçavkirin. Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) bi hincetên siyasî bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparebûna dewletê” 36 sal ceza li Kara birî.     Karayê piştî 30 salan ji girtîgehê derket ji aliyê malbata xwe û hevalên xwe yên beriya niha bi hev re di girtîgehê de bûn ve bi çepik û tilîliyan hate pêşwazîkirin. Kara, piştî kesên ji bo pêşwazîkirina wî hatin silav kirin, hate bajarê xwe navçeya Hezex a Şirnexê.