ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2023'YAN 2023-08-07 09:00:12     * Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Îmraliyê di nav tecrîdeke giran de tê girtin, li gel ku beriya 4 salan di hevdîtina dawî ya bi parêzerên xwe re peyama ku ji bo çareseriyê amade ye dabû jî ev 29 meh in tu agahî jê nayên standin.    * Perwerdekarê Ma Muzîkê û Hunermend Neşet Guçmen ku di Konservatûara Bajêr a Aram Tîgran de jî perwerdekarî kiriye, di salvegera mirina Tigran de wiha got: “Di stranên Aram Tîgran de evîn, coş, şahî, xemgînî, şoreşgerî tev hebûn û gava mirov behsa Aram Tîgran dike xwişk û biratî, azadî û şoreşgerî tê bîra mirov.”   * Tevgerên ekolojiyê yên ku li herêma Çiyayê Cûdî ku tê talankirin lêkolîn kirin wiha gotin: "Em li dijî qirkirina xwezaya Kurdistanê bêdeng man. Li vir ne tenê qirkirina xwezayê, qirkirina çand û dîrokê jî heye. Divê ku em êdî bibin dengê Cûdî."    * Endamê Lijneya Rêveberiya MALÇEP’ê Hasan Kaya diyar kir ku qirkirina ekolojîk encama polîtîkayên şer e û wiha got: “Divê em weke gelên ji qirkirina xwezayê zirar dibînin bên bahev. Ev şerekî li dijî civakê ye.”   * Hevserokên Şaxa ÎHD’a Dêrsimê ku di çalakiya piştgiriyê ya ji bo Dayikên Şemiyê de hatibûn binçavkirin, anîn ziman ku heta Qada Galatasarayê venebe dê têkoşînê bidomînin.    * Serokê Odeya Firinvanan ê Wanê Sabrî Işik, bi lêv kir ku esnaf û sinetkar bajarî li ser piyan dihêlin û wiha got: “Ji ber esnaf nikare bifiroşe, nikare mafê karkerî bide. Ji ber karker jî nikare mafê xwe bistîne ji van deran diçe rojavayê welat.”   * Doza Kobanê ku 108 HDP’î tê de tên darizandin dê li 22’yemin Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê lidarxistin. (10.00)   * Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar dê di civîna PM’ê ya partiya xwe de biaxive. (10.30)