‘Heta ku Qada Galatasarayê venebe dê çalakiyên me bidomin’ 2023-08-07 09:01:54   DÊRSIM - Hevserokên Şaxa ÎHD’a Dêrsimê ku di çalakiya piştgiriyê ya ji bo Dayikên Şemiyê de hatibûn binçavkirin, anîn ziman ku heta Qada Galatasarayê venebe dê têkoşînê bidomînin.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Dêrsimê piştî ku Qada Galatasarayê ji Dayikên Şemiyê re hate girtin di 22’yê tîrmehê de li Qada Seyît Riza çalakiyên piştgiriyê dan destpêkirin. Di çalakiyên piştgiriyê yên hate xwestin ku di 22 û 29’ê tîrmehê de li Qada Seyît Riza ya Dêrsimê bên lidarxistin de di êrişa polîsan de parazvanên mafên mirovan hatin binçavkirin.    Hevserokên Şaxa ÎHD’a Dêrsimê Gurbuz Solmaz û Gonul Sonbahar ên di dema çalakiyê de hatin binçavkirin, bertek nîşanî astengkirinê dan û anîn ziman ku heta Qada Galatasarayê ji Dayikên Şemiyê re bê vekirin dê çalakiyên xwe bidomînin.    BIRYARA QEDEXEYÊ YA JI BO ÇALAKIYA ROJEKÊ    Hevseroka Şaxa ÎHD’a Dêrsimê Gonul Sonbahar bi bîr xist ku Qada Galatasarayê xwedî wateyeke sembolîk e û nêzî salek e ji Dayikên Şemiyê re girtî ye û diyar kir ku ji bo aşkerekirina aqûbeta windayan têkoşîn tê meşandin. Sonbahar, anî ziman ku girtina Qada Galatasarayê ya tevî biryara binpêkirinê ya Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) li dijî hiqûqê ye û kêfiye û wiha got: “Em bi şaxên xwe yên din re ji bo piştgiriyê bidin hevalên xwe, parêzvanên maf û xizmên windayan em çalakiyan lidar dixînin. Lê tevî xala 34’emîn a destûra bingehîn jî em tên astengkirin. Li Dêrsimê walîtî ji bo çalakiya ÎHD’ê ya rojekê biryara qedexeyê werdigire.”   Sonbahar a destnîşan kir ku binçavkirin û astengkirin jî keyfî ne, anî ziman ku dê têkoşîna hiqûqî bimeşînin û wiha got: “Em ê li dijî qedexeyan tu caran serî netewînin, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   ‘TEVÎ ZEXTAN JÎ EM Ê ÇALAKIYÊ BIDOMÎNIN'   Hevserokê din ê şaxê Gurbuz Solmaz jî anî ziman ku qedexe û zextan tu caran li Dêrsimê encam negirtine. Solmaz, destnîşan kir ku astengî nabin çareserî û wiha got: “Têkoşîneke ku Dayikên Şemiyê li Stenbolê dimeşîne heye. Dayikên Şemiyê li wir tenê dixwazin cihê gora xizmên xwe hîn bibin. Li dijî hemû astengiyan heta ku Qada Galatasarayê ji dayikan re were vekirin tevî her tiştî weke li hemû bajaran em ê çalakiyên xwe li Dêrsimê jî bidomînin. Di encama wê de binçavkirin, zext çi hebin bila hebin em ê bidomînin. Ji ber ku daxwazaeke mafdar a însanî ye. Divê astengiyên li pêş van daxwazan demildest bên rakirin û destûr bê dayîn ku Dayikên Şemiyê bikevin wê qadê.”