Li Îranê 9 endamên baweriya Bahaîyê hatin girtin 2023-08-07 11:12:59 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê 9 kes bi hinceta baweriya Bahaîyê belav dikin hatin girtin.    Welatiyên bi navên Negin Rezaei, Nakissa Sadeghi, Ramleh Tirgarnezhad, Kamyar Habibi, Mahsa Tirgar Behnmiri, Elham Sharqi Arani, Sadaf Sheikhzadeh, Shahrazad Mastori û Saman Ostowar ên girêdayî baweriya Bahaî li bajarê Qerecê hatin binçavkirin. Hat zanîn ku piştî erêkirina cezayê wan hatine binçavkirin. Her 9 welatî jî hatin girtin û şandin Girtîgeha Navendî ya Qerecê.    TAWANBARÎ: WE EV BAWERÎ BELAV KIRIYE   Şaxa 12’emîn a Dadgeha Temyîzê ya Elborzê di rojên derbasbûyî de der barê Kamyar Habibi û Saman Ostowar de 5 sal, derheqê Ramleh Tirgarnezhad û Elham Sharqî Aranî de 3 sal, derheqê Nakissa Sadeghi, Mahsa Tirgar Bahnmiri, Sadaf Sheikhzadeh, Negin Rezaei û Shahrazad Mastori de jî 2 sal û mehekê ceza birî. Der barê 9 kesan de biryara qedexeya derketina derve hate dayin û tevlibûna wan a komên çandî û partiyên siyasî hate qedexekirin. Kesên ku der barê wan de ceza hatiye dayin bi îdiayên “Di nava zarok û ciwanan de baweriya Bahaî belav kirine û ewlehiya welat dixin xetereyê”, “Propagandaya li dijî baweriya pîroz a îslamê ”, “Kirin û propagandaya dijî qanûnên îslamê yên pîroz” hatin sûcdarkirin.     BAWERIYA BAHAÎ ÇI YE?   Li gorî baweriya Bahaî hemû mirovahî ji heman rûhê yekitiyê tê û sê bingehên wê hene. Yekitiya xweda ku çavkaniyan hebûna hemû tiştan wek xwedayek tê qebûlkirin, yekitiya olê ku hemû olên pîroz ji heman olê tên û xwedî yekitiya heman ruhê olê ne, yekitiya mirovahiyê ku ku hemû mirov wekhev hatine afırandin, di nava cudahiyan de yekitiyê pêk tînin û çand û neteweyên wan li gorî vê cudabûn ye û her yek xwedî rûmet e. Li gorî baweriya Bahaî hemû mirov li ser her sê bingehên olê bi armanca dia, tefekur û xizmeta xweda Xwedê nas dikin û hes dikin.