Demografyaya Girê Spî tê guherandin 2023-08-07 11:39:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiye û komên paramîlîter ên girêdayî wê ku Girê Spî ku di bin kontrola wan de ye, di meha tîrmehê de 300 kes li bajar bicih kirin.    Tirkiye û komên paramîlîter ên giradayî wê demografyaya bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diguherînin. Tirkiye bi hezaran endamên komên paramîlîter û malbatên wan li Efrînê bi cih kirin û heman tiştan dixwaze li Girê Spî jî pêk bîne. Li gorî nûçeya ANHA’yê; Tirkiyeyê di meha tîrmehê de 300 kes li Girê Spî bi cih kirine.    Girê Spî, ji sala 2019’an heya niha di bin kontrola Tirkiye û komên paramîlîter ên girêdayî wê de ye. Heya niha hezaran kesên ji derve hatine li bajar hatine bicihkirin. Li gel guherandina demografyaya herêmê, her wiha binpêkirinên weke kuştin, revandin, talankirina erdên xelkê û hwd. tên kirin.