Gule li kolberan hatin reşandin: Kesek mir, 8 kes birîndar bûn 2023-08-07 14:03:21 NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên rejîma Îranê li ser sînorên Bane û Nowsudê yên rojhilatê Kurdistanê gule li kolberan reşandin. Di êrişê de kolberekî jiyana xwe ji dest da û 8 kolber jî birîndar bûn.    Hêzê rejîma Îranê li ser sînorê bajarê Nowsud ê girêdayî Eyaleta Kirmanşah a rojhilatê Kurdistanê gule li kolberan reşandin. Di encama êrişê de 8 kolber birîndar bûn. Gule raste rast li kolberan hatin reşandin û di êrişê de kolber ji ling, zik û milên xwe birîndar bûn. Hat zanîn ku ji kolberên birîndar rewşa Ehsan Rasoulî giran e û rakirin Nexweşxaneya Qudsê ya li Paveyê û hate emeliyatkirin. Birîndarên din jî rakirin nexweşxaneyên cuda yên eyaleta Kurdistanê.    KOLBEREK HATE KUŞTIN    Rejîma Îranê pêr jî li ser sînorê Bane yê Rojhilat êrişî kolberan kiribû. Di êrişê de kolberê bi navê Rasul Gagashî yê li bajarê Serdeştê dijiya jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Gagashî rakirin Nexweşxaneya Salahaddîn Ayubî û piştre jî li gundê wî hate definkirin.