Sûltanoglû ê ji doza Wexfa Ensarê tê nasîn li Rihayê dest bi kar kir 2023-08-07 14:14:49     RIHA - Ji ber destdirêjiya li 45 zarokan hatiye kirin, der barê 3 rêveberên Weqfa Ensarê de lêpirsîn hatibû destpêkirin ku yek ji wan jî Asim Sûltanoglû bû. Sûltanoglû weke Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Rihayê dest bi kar kir.    Di sala 2016'an de li Karamanê têkildarî destdirêjiya li dijî 45 zarokên kur, doz li 3 rêveberên Weqfa Ensarê hatibû vekirin. Yek ji wan rêveberan jî Asim Sûltanoglû bû. Sûltanoglû, weke Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Rihayê dest bi kar kir. Di serî de parlamenterên Rihayê, gelek kesan bertek nîşanî vê biryarê dabûn.    Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Rihayê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal parve kir ku Sûltanoglû dest bi kar kiriye. Di parvekirinê de wiha hate gotin: "Di midûriyeta me de teslîmkirina peywirê hate kirin. Fevzî Kurt ê di 27’ê tebaxa 2021’an dest bi kar kiribû, peywira xwe da Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Bajêr Asim Sûltanoglû.”   ÇI BÛBÛ?   Wêneyên Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Karamanê Asim Sûltanoglû bi Muharrem Buyukturk re derketibûn ku ji ber îstîsmarkirina zarokan 508 sal û 3 meh cezayê hefsê lê hatibû birîn. Dema Sûltanoglû ew wêne li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal parve kirî jî wiha gotibû: “Em hatin wargeha KAÎMDER’ê û bi xwendekaran re sihbetê dikin.” Her wiha Sûltanoglû di bersiva muzekkereyê ya “têkildarî wargehên Ensar û KAÎMDER”ê de ku bo Serdozgeriya Komarê ya Karamanê nivîsandibû, hebûna van wargehan red kiribû. Piştre derket holê ku derew kirine. 4 sal û nîv piştre di sala 2019’an de derheqê Sûltanoglû û du rêveberên din de destûra lêpirsînê hate dayîn. Lê heta niha jî tu pêşketin çênebûne. Piştî skandala Weqfa Ensarê, Sûltanoglû weke Midûrê Perwerdeyê yê Mereşê hate tayînkirin lê li ser bertekên gel ev biryar hate betalkirin. Piştre weke Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Bursayê hate tayînkirin. Di sala 2021’ê de jî tayînî Antalyayê hate kirin lê li ser bertekan hatibû betalkirin. Ji ber vê yekê jî li Wezareta Perwerdeya Neteweyî weke mişawir hatibû tayînkirin.