PDK ji bo Tirkiyeyê li Zapê rêyan çêdike! 2023-08-07 14:15:19   NAVENDA NÛÇEYAN - PDK’ê li herêma Zapê ku êrişên dewleta tirk lê didomin, ji bo dewleta tirk rêyên nû çêdike.    Êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe ya Kurdistanê bênavber didomin. Li hêla din jî PDK alîkariyeke çalak dide dewleta tirk. ANF’ê, têkildarî liv û tevgera hêzên taybet ên girêdayî PDK’ê yên li herêmê nûçeyek nû parve kir.    Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku PDK’ê hêzên xwe li Zapê bi cih kiriye û ber bi geliyên kûr ên Zapê û quntarên çiyayan ve jî bi kemçeyan rêyan çêdike. Hat gotin ku hêzên taybet ên girêdayî PDK’ê li eniya başûrê Zapê noqteyên leşkerî danîne û ji bo Tirkiyeyê rêyên nû vedikin.    Hêzên taybet ên girêdayî PDK’ê di 2’yê tebaxê de li ser navçeya Amediyê ber bi herêmên şer lê dijwarê ve hêzeke mezin sewq kiribû. Di heman demê de hewl dide li Geliyê Reşawa, Gera Çelka û Mêrgê mewziyên xwe çêbike û noqteyên nû ava bike. Dîmenên van hewldanan jî hatibûn parvekirin.    PDK ku piştgiriya îstîxbarî û lojîstîkê dide Tirkiyeyê, di demên berê de jî dest danîbû ser maskeyên ji bo HPG’ê hatibûn şandin û şandeya dixwest çekên kîmyewî lêkolîn bike jî asteng kiribû.