Gundê Bilbêsê yê Elkê di dorpêça leşkeran de ye 2023-08-07 15:00:04   ŞIRNEX - Welatiyê bi navê Îzettîn Cîn ku li Elkê hatibû binçavkirin û piştre hatibû berdan, li ser îtîraza dozgeriyê dîsa hate girtin. Li gundê Bilbêsê jî qedexe hate rakirin lê gund hêj di bin dorpêça leşkeran de ye.    Leşkeran di 1’ê tebaxê de li gundê Bilbês ê Elkê ya Şirnexê bi ser malan de girt. Di encama serdegirtina malan de welatiyê bi navê Îzettîn Cîn hate binçavkirin. Piştî kar û barên îfadegirtinê yên li gel cendirmeyan, sewqî Edliyeya Şirnexê hate kirin. Piştî îfadeyê li dozgeriyê jî bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên sulhê ya Nobedar hate kirin. Cîn, di 3’yê tebaxê de bi şertê kontrola edlî hate berdan. Lê belê li ser îtîraza dozgeriyê, Cîn hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.    GUND DI DORPÊÇÊ DE YE   Di heman demê de Walîtiya Şirnexê di 29’ê tîrmehê de ji bo gundê Bilbêsê biryara qedexeyê dabû û qedexe di 4’ê tebaxê de bi dawî bû. Hat zanîn ku tevî biryar hatiye rakirin jî gund di dorpêça leşkeran de ye. Çavkaniyan got ku welatî tenê dikarin heta hin deverên gund biçin û qedexeya fiîlî ya li ser gund didome.