Li Derînceyê teqîn: 2 jê giran 10 kes birîndar bûn | HATE NÛKIRIN 2023-08-07 15:59:58 KOCAELÎ - Li sîloyên TMO’yê yên nêzî Bendergeha Derînceyê teqîneke mezin çêbû. Li gorî agahiyên destpêkê, di encama teqînê de 2 jê giran bi giştî 10 kes birîndar bûn.    Li sîloyên Ofîsa Berhemên Axê (TMO) ya li navçeya Derînce ya Kocaeliyê teqîneke mezin çêbû. Li gorî agahiyên desptêkê; di encama teqînê de 10 kes birîndar bûn. Hat zanîn ku li cihê teqîna li nêzî Bendergeha Derînceyê pêk hatî de gelek ambulans, tîmên agirkujiyê û polîsan û komên TEM’ê jî hatin sewqkirin.    10 KES BIRÎNDAR BÛN    Waliyê Kocaeliyê Seddar Yavuz da zanîn ku di teqînê de 2 jê giran bi giştî 10 kes birîndar bûne. Yavuz, da zanîn ku dema dexlê di keştiya sîloya TMO’yê de dihat veguhestin teqîn çêbûye û tu kes di bin xerabeyan de name ye.    Şaredarê Derînceyê Zekî Aygun jî got ku teqîn li cihekî bi qasî 25 metreyan pêk hatiye û 2 sîloyên genim teqiyan e.