Gogun ê li Girtîgeha Amedê tê ragirtin bi berikê guleyê birîndar bû 2023-08-07 21:22:24   AMED - Ahmet Gogun ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Amedê tê ragirtin, li hewşa qawişê bi berikê guleyê birîndar bû. Hate zanîn ku polîsan piştî 4 saetan îfadeya Gogun wergirtine û dozger û midurên girtîgehê pê re neaxivîne.    Girtiyê bi navê Ahmet Gogun ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Amedê di qawişa A-11’an de tê ragirtin, dema di 6’ê tebaxê saet 16.30’an de di hewşa qawişê de rûdinişt berikê guleyê lê ket. Gogun ê bi berika guleyê ku nehate tespîtkirin ji ku ve çawa hatiye hewşa qawişê birîndar bû, ji jora qurçika xwe ya ji aliyê rastê ve birîndar bû.    Hate zanîn ku piştî Gogun birîndar bû, bi ambûlansê birine nexweşxaneyê û rewşa wî ya tenduristiyê baş e.    OHD’Ê SERDANA GOGUN KIR   Piştî bûyerê parêzerek ji Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD ) çû serdana girtîgehê. Li gorî agahiyên me ji parêzerê OHD’î bi dest xistin, guleya bi Gogun ketiye tenê li jora gurçika wî ya rastê bûye sedemê sorbûn û werimînê. Parêzer ragihand ku Gogun ewilî sewqî nexweşxaneya kampusê hatiye kirin, piştî ku bijîşk hînbûye birîndarbûna ji guleyê ye sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatiye kirin û piştî kontrolan dîsa anîne girtîgehê. Parêzer, anî ziman ku îfadeya Gogun ji aliyê polîsên Qereqola Hûzûrê ve hatiye wergirtin.    POLÎS PIŞTÎ 4 SAETAN HATIN    Parêzer bi lêv kir ku Gogun gilî kiriye û gotiye polîs piştî 4 saetan hatine girtîgehê û wiha got: “Tê texmînkirin ku berika guleyê, berika guleya demanceyê ye. Berik radestî gardiyanan tê kirin.” Hate ragihandin ku piştî bûyerê dozger û midurê girtîgehê bi Gogun re neaxivîne.    BERIYA NIHA JÎ QEWIMÎ YE   Hate zanîn ku di dîrokên cuda de li girtîgehê çend caran li hewşên qawîşan berikên guleyan ketine û ev rewş ji rêveberiya girtîgehê û dozgeriyê re jî hatiye ragihandin lê tu gav nehatiye avêtin.   Hate diyarkirin ku derbarê bûyerê de OHD wê sibê bi dozgeriyê re hevdîtinê bike û pêvajoya hiqûqî ya pêwîst bidin meşandin.