Endama Meclisa DBP’ê Çîftçî ji girtîgehê derket 2023-08-07 21:31:17   STENBOL - Endama Meclisa DBP’ê Mizgîn Çîftçî ya li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê dihate ragirtin hate berdan.    Endama Meclisa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mizgîn Çîftçî ku li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê dihate ragirtin, hate berdan. Malbat û xizmên Çîftçiyê di derketina girtîgehê de ew bi kûlîlkan pêşwazî kirin. Çîftçî pişt re bi malbata xwe re ji bo biçe bajarê xwe bi rê ket.    ÇI QEWIMÎ BÛ?   Çîftçî, dema kontrola rê ya di navbera rêya bêjahiyê ya Mûş û Çewlîgê de hatibû binçavkirin. Çîftçî ya li ser fermana dozgeriyê hatibû binçavkirin, biribûn Miduriyeta Polîsan a Mûşê. Çîftçî ya derxistin dadgehê hatibû girtin.