Mehmet Ocalan: Li Girava Îmraliyê çi dibe? 2023-08-08 09:00:49   RIHA - Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan anî ziman ku bêdengiya li dijî tecrîde hevkarî ye û wiha got: "Em bi xwe jî sûcdar in. Berpirsyariya me kurdan, demokrat û rewşenbîran ew e ku divê em li dijî tecrîdê derkevin û bêjin li Girava Îmraliyê çi dibe?"   Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî hat girtin û ji aliyê hezên hegemonîk ve radestî Tirkiyeyê hat kirin. Abdullah Ocalan ku 24 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyeyê di bin şert û mercên tecrîda girankirî de tê ragirtin herî dawî di 25'Adara 2021'an de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bi telefonê axivî û piştî wê roje tu agahî ji Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliye Hamili Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş re nayê girtin. Ji ber sepana tecrîda girankirî 29 meh in tu agahî ji Girava Îmraliyê nayên girtin. Tevî serlêdanên malbat û parêzeran jî bi hincetên cûr bi cûr li Girava Îmraliyê mafê hevdîtinê tê binpêkirin.    Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan ku li gundê Amara ya girêdayî navçeya Xelfetiya Rihayê rûdine bertek nîşanî tecrîdê da û ji bo bidawîbûna tecrîdê bang li gel û hezên demokratîk kir.    'JI BER REWŞA SEROK BI FIKARIN'   Mehmet Ocalan, bi bîr xist ku di ser axaftina dawî bi telefonê re 29 meh derbasbûn û fikarên xwe bi van gotinan anî ziman: "Em ji ber rewşa Serok bi fikarin. Em nizanin Serok û hevalên li Girava Îmraliye hene an tune ne. Ev ne tecrîd e, dewleta tirk ji sala 2015'an vir ve li ser tunebûna serok polîtikayan dimeşîne. Dewlet dixwaze Serok ji holê rake lê em jî bi bêdengiyê vê yekê erê dikin. Edî ji ber fikaran ez diçim dinyayeke din. Edî bes e bila tu kes netirse bi awayekî wijdanî tevbigere û li dijî tecrîdê deng derbixe."   'JI BO TECRÎD RABE ME ÇI KIR?'   Bi domdarî, Ocalan destnîşan kir ku dewlet bi tecrîdê dixwazê Abdullah Ocalan bi gel bide ji bîr kirin û bertek nîşanî bêdengiya li dijî tecrîdê da. Ocalan bi lêv kir ku tevgera siyasî ya kurd bi siyaseta xwe nekarî li dijî tecrîdê derbikeve û ev rexne kir: "24 sal in li ser birêz Ocalan tecrîdek heye. Ji sala 2015'an vir ve jî dewleta tirk li ser tunebûna Serok polîtikayan dimeşîne. Dewlet dixwaze Serok ji holê rake lê em çi dikin, me heta niha ji bo tecrîd rabe çi kir?"   'DEWLET DIXWAZE KURDAN TUNE BIKE'   Ocalan, anî ziman ku dewlet dixwaze kurdan tune bike û wiha got: “Di hevdîtina 2015’an de Serok ji min re got ku dewlet dixwaze kurdan tune bike, min jî xwest pêşiya vê yekê bigrim lê nebû. Di hevdîtina 2015'an de serok ev tişt gotin. Weke tê zanîn li 11 bajarên kurd rastî qîrkirineke mezin hatin bi hezaran ciwanên kurd jiyana xwe ji dest dan.”    BANGAWAZÎ   Di dawiya axaftina xwe de Ocalan ji bo rakirina tecrîdê ev bang li gel û rayagiştî ya demokratîk kir: “Heke em çareseriya pirsgirêka kurd dixwazin, divê ev tecrîd bê rakirin. Em bi xwe jî sûcdar in. Berpirsyariya me kurdan, demokrat û rewşenbîran ew e ku divê em li dijî tecrîdê derkevin û bêjin li Girava Îmraliyê çi dibe?. Serok û hevalên li Îmraliyê hene an tune ne. Divê rojek beriya rojeke ev tecrîd bê rakirin û ji bo bê rakirin jî çi ji destê kê tê divê bike. Îro dibe ku zû ye lê sibe wê pir bi dereng bibe.”   MA / Mahmût Altintaş