Denîz Firat li Mexmûrê hate bibîranîn 2023-08-08 14:31:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Denîz Firat ku ji hêla DAIŞ’ê ve hatibû qetilkirin, li Mexmûrê hat bibîranîn.    DAIŞ’ê di 6’ê tebaxa 2014’an de êrişî Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) kir. Rojnameger Denîz Firat ku êrişên li dijî wargehê dişopand, di encama êrişa DAIŞ’ê ya di 8’ê tebaxa 2014’an de hate qetilkirin. Bi ser qetilkirina Firat re 9 sal derbas bûn û bi boneya salvegera wefata wê, li Mexmûrê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Bîranîn li parkê hate lidarxistin û wêneyên xebatkarên Çapemeniya Azad ên jiyana xwe ji dest dayîn hatin pêşandan.    Bîranîn, bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî rojnameger Jiyan Pîran axivî. Pîran, wiha got: “Îro, 9’emîn salvegera şehadeta pêşenga me Denîz Firat e. Em li hemberî ked û berxwedana pêşenga me Denîz Firat bejna xwe ditewînin. Em jî dê mîna pêşenga me Denîz Firat mîna Rizgar Adanmiş, mîna Evîn Buldan di rêya Gurbetellî Ersoz de bimeşin.”    BI KAMERAYA XWE LI BER XWE DA    Piştre jî birayê Firat, Cûma Yildiztan axivî û ev tişt anî ziman: “Çeteyên DAIŞ’ê di sala 2014’an de bi alîkariya PDK û Tirkiyeyê êrişî gelên Kurdistanê kir. Denîz jî ji bo belgekirina vê barbariyê heta dawiyê li ber xwe da. Dema hewce dikir bi kameraya xwe û dema hewce dikir jî bi çeka xwe li dijî dijmin şer kir û tu carî serî netewand.”    Di bîranînê de herî dawî helbesta Mahîr Tunç ji bo Firat nivîsandî hate xwendin.