Li Amedê şûştina mehfûr û wesayîtan hate qedexekirin 2023-08-08 14:33:21 AMED - DÎSKÎ ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin, piştî qedexekirina şûştina pêşiya kargehan, niha jî şûştina mehfûr û wesayîtan qedexe kir.    Midûriyeta Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê (DÎSKÎ) ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye, qedexe kiribû ku pêşiya kargehan, peyarê û hawirdor bi xortuman bên şûştin. Niha jî şûştina mehfûr û wesayîtan qedexe kir.    QEDEXEYA ŞÛŞTINA MEHFÛRAN    DÎSKÎ’yê qedexe kir ku di navbera 8-12’ê tebaxê (5 roj) de li beşa şûştina wesayîtan a 151 îstasyonên sotemeniyê yên navenda bajar, li 36 febrîqeyên şûştina mehfûran û di navbera 8-10’ê tebaxê (3 roj) de jî li 283 fîrmayên şûştina wesayîtan mehfûr û wesayît bên şûştin.    YÊN PÊ NEKIN DÊ CEZAYÊ ÎDARÎ LÊ WERE BIRÎN    Zabitayên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin û yên navçeyan dê derheqê kesên li gorî biryarê tevnegeriyayîn de li gorî xala 32’yemîn a Qanûna Qebehetan a Hejmar 5326’ê hezar û 295 lîreyan cezayê pereyan bibirin.