Leşkerê digot zextê li min dikin, mirî hate dîtin 2023-08-08 15:20:33 RIHA - Ciwanê bi navê Yûsûf Yildirim (20) ê bi darê zorê leşkerî dikir û ji hevalên xwe re digot “Rastî zexta fermandaran têm” bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da.    Yûsûf Yildirim (20) ev 3 meh bûn li Fermandariya Qada Hewayî ya Çardak a Denîzliyê leşkeriya mecbûrî dikir û bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Yûsûf Yildirim duh bi şev saet derdora 22.00’an li klûbeya ku tê de nobet digirt, weke daliqandî hate dîtin. Hat zanîn ku Yildirim ê tê payîn ku xwe kuştiye, beriya niha bi hevalên xwe re axivîye û aniye ziman ku ew rastî zexta fermandaran tê.    Malbata Yildirim ji bo cenazeyê Yildirim bistîne ji navçeya Serêkaniyê kete rê û çûn Denîzliyê. Malbat dê piştî karûbarên otopsiye cenazeyê Yildirim bîne Rihayê û li Goristan Esrî ya Serêkaniyê veşêre.