Denîz Firat li ser gora xwe hate bibîranîn 2023-08-08 15:38:52 WAN - Rojnameger Denîz Firat ku di dema êrişa DAIŞ’ê ya li ser Mexmûrê de jiyana xwe ji dest dabû, li Wanê ser gora xwe hat bibîranîn.    Rojnameger Denîz Firat (Leyla Yildiztan), di 8’ê tebaxa 2014’an di dema êrişên DAIŞ’ê yên li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) de jiyana xwe ji dest dabû. Firat, li ser gora xwe ya li Taxa Xecxatûn a navçeya Ebex a Wanê hate bibîranîn. Merasîma bîranînê ji hêla Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ve hate organîzekirin. Xizmên Firat û hempîşeyên wê tev li merasîma bîranînê bûn.    ‘JI BO ÇAPEMENIYA AZAD BÛ SEMBOL’    Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî nûçegihana JINNEWS’ê Rojda Aydin axivî. Aydin, got ku Denîz Firat ji bo Çapemeniya Azad bû sembolek û ev tişt anî ziman: “Heta di dema êrişên DAIŞ’ê de jî Denîzê dev ji pênûsa xwe berneda. Weke Çapemeniya Azad em ê xwedî li mîrasa wê derkevin û di rêya wê de bimeşin.”    Hevserokê DFG’ê Serdar Altan jî anî ziman ku Denîz Firat li hemberî tarîtiya DAIŞ’ê afirandî, ronahî derxist holê û wiha pê de çû: “Heke em îro hêj wê têkoşînê bidomînin, ev bi saya wan e. Di wan rojên reştarî de got; ‘ez ê dev ji kameraya xwe bernedim’ û heqîqet nivîsand. Dema em li têkoşînên şoreşê yên cîhanê dinihêrin, dibînin ku gelek rojnameger di dema şopandina nûçeyan de hatine qetilkirin. Lê belê şopandina nûçeyan a Denîz Firat pir cuda bû. Ji bo hemû çapemeniya cîhanê û Çapemeniya Azad bû mînakek.”    ‘EM Ê HER TIM XWEDÎ LÊ DERKEVIN’    Kekê Denîz Firat, Seyat Yildiztan jî anî ziman ku ji bo wan girîng e ku hempîşeyên xwîşka wî xwedî lê derdikevin û ev tişt anî ziman: “Ji ber têkoşîna wê em her tim serbilind in. Piştî Denîz şehîd bûy, pênûsê wê li erdê nema. Xwîşka wê û hevalên wê ketin rêya wê. Weke malbata wê em xwedî li nirxên xwe û têkoşîna Denîz Firat derdikevin û piştgiriyê didin. Denîzê tu carî serî netewand, em jî dê serî netewînin û dê li ber xwe bidin.”    Di dawiya merasîma bîranînê de jî beşdaran qurnefîl danîn ser gora Firat.