Walîtiya Konyayê li dijî ‘Muzeya Şermê’ ketiye dewrê 2023-08-08 16:01:49 ENQERE - Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Alî Bozan da zanîn ku Çetîn Dedeogûllari dixwaze mala ku 7 endamên malbata wî tê de hatine qetilkirin veguherîne “Muzeya Şermê” û wiha got: “Walîtiya Konyayê û wekîlekê AKP’î ji bo pêşîlêgirtina vê ketine nava liv û tevgerê.”    Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Mêrsînê Alî Bozan, li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist. Bozan, ji ewil bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û wiha got: “Hem mewzûatên neteweyî û navneteweyî tên bipêkirin û ev 29 meh in nahêlin birêz Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Li Îmraliyê hiqûq ji holê hatiye rakirin. Bi birêz Ocalan re pêşeroj, aştî, aramî û refaha civakî ya vî welatî tê tecrîdkirin. Îktîdara siyasî, di şexsê birêz Abdullah Ocalan de ziman û çanda kurdan înkar dike. Li vir careke din daxwaza milyonan kurdan dubare dikim; tecrîdê rakin û rêya çaresera demokratîk û aştiyane vekin.”    KOMKUJIYA DEDEOGÛLLARI    Bi domdarî Bozan bal kişand ser Komkujiya Dedeogûllari ku di 30’ê tîrmeha 2021’an de li navçeya Meram a Konyayê hate kirin û 7 kes hatibûn qetilkirin. Bozan, wiha got: “Dewlet seferber bûye ku vê komkujiyê bide jibîrkirin.” Bozan, got ku komkujî bi hestên nîjdperestiyê hatiye kirin û encama xemsarî û bêtevdiriya saziyên dewletê ye. Bozan, wiha dom kir: “Ji malbatê tenê Çetîn Dedeogûllari rizgar bû. Ew jî dixwaze mala komkujî lê hatiye kirin veguherîne ‘Muzeya Şermê.’ Bi vê yekê hewl dide komkujiyê nede jibîrkirin. Di vê qonaxê de walîtî kete dewrê. Ji Çetîn Dedeogûllari re gotin ku dixwazin malê bikirin. Lê dema Dedeogûllari israra xwe domandî, îcar wekîlekî AKP’î kete dewrê. Bi Çetîn re hevdîtin kir. Çetîn jê re got ku çi dibe bila bibe dê dev ji biryara we bernede. Li ser vê yekê wekîlê AKP’î jê re got; ‘heke dewlet bixwaze dê vê derê hilweşîne.’ Çetîn jî jê re got; ‘heke hûn bixwazin hilweşînin hûn dikarin lê ew erd dê li wir bisekine û ez ê erseyî bikim muze. Hewldanên dewletê yên ji bo Komkujiya Dedeogûllari bide jibîrkirin bi vê bisînor neman. Çetîn, mala ku komkujî lê hatiye kirin bi rengê reş boyax kir. Polîs hatin cem wî û jê re gotin; ‘tu nikarî bêyî destûra şaredariyê boyax bikî.’ Lê endamên malbatê dîsa jî mal boyax kirin. Ez dipirsim; Heta niha li vî welatî kê dema mala xwe boyax kirî çûye ji şaredariyê destûr girtiye? Armanc diyar e, dixwazin komkujiya kurdan bidin jibîrkirin. Ma we karî Zîlan û Roboskê bidin jibîrkirin ku dê vê jî bidin jibîkirin. Em ê piştgiriyê bidin biryara Çetîn Dedeogûllari ku dixwaze malê veguherîne ‘Muzeya Şermê.’”    GIRTIYÊ HATIBÛ DERBKIRIN XISTIN HUCREYÊ    Herî dawî jî Bozan bal kişand ser rewşa girtî Vahdettîn Erdemcî yê li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Konyayê tê ragirtin û wiha axivî: “Ji hêla gardiyanan ve hatibû derbkirin. Min bi Erdemcî re hevdîtin kir. Ji min re vegot bê ka li girtîgehê rastî êrişên çawa yên gardiyanan tê. Weke mînak; dema li revîrê muayene dibû, ji bijîşk xwest ku gardiyanan bên derxistin û wisa bê tedawîkirin. Li ser vê yekê ji hêla ji xwe re dibêje ‘Tîma A’yê ve ji jêrzemînê heta qata 2’yan lê hate xistin û li erdê hate kaşkirin. Erdemcî jî ev rewş bi malbata xwe re parve kir. Malbatê jî ev bûyer bi raya giştî re parve kir û xwest ku hestiyariyek pêş bikeve. Piştî ku ev agahî li ser çapemeniyê hatin parvekirin, rêveberiya girtîgehê gef lê xwarin. Piştî îşkenceya li Erdemcî hatiye kirin, her wiha 3 cezayên hucreyê yên cuda lê hatine birîn.”