Gultan Kişanak dê tev li merasîma cenazeyê xwişka xwe bibe 2023-08-08 18:56:48   AMED - Siyasetmedara kurd a girtî Gultan Kişanak dê tev li merasîma cenazeyê xwişka xwe Zeynep Ozer bibe.    Serlêdana parêzerên Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak a li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Kandiraya Kocaeliyê tê ragirtin, ji bo tev li merasîma cenazeyê xwişka xwe Zeynep Ozer bibe hate qebûlkirin. Ozer a ji ber xelasbûna qûrçikan tedawî dibû li nexweşxaneyeke li Xarpêtê jiyana xwe ji dest da.    Li gorî agahiyên ji parêzeran hatin bidestxistin, serdozgeriyê ji bo Kişanak tev li merasîma cenaze ya li gundê Sun ê Xarpêtê bibe destûr daye. Hate zanîn ku ji bo tevlibûna Kişanak a li benda pejirandina leşkeran e amadekarî hatine destpêkirin.