Muxtarê bertek nîşanî qeyûm dabû ji peywîrê hate wergirtin 2023-08-08 19:11:31   MÊRDÎN - Muxtar Edîp Aslan û azayê wî yên ji ber pirsgirêkên binesaziyê beriya hilbijartinên 14’ê gulanê bertek nîşanî qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Mahmût Demîrtaş dabûn, ji peywîrê hatin girtin.    Muxtarê gundê Hêştrek ê girêdayî navçeya Mîdyad a Mêrdînê Edîp Aslan û Azayê wî Halîl Îş bi hinceta lêpirsîna ji aliyê Qeymeqamtiya Mîdyadê ve derbarê wan de hatiye destpêkirin ji peywîrê hatin wergirtin. Der heqê mûxtar û wekîlê wî de, ku beriya hilbijartinên 14 'ê Gulanê bi namzetên AKP'ê yên parlamenteriyê re hat serdana gund, bi îdîaya 'bi zanebûn hewl dide baweriya bi saziyên dewletê xera bike' lêpirsîn hat vekirin.   Der heqê muxtar û azayê wî de, ku beriya hilbijartinên 14’ê gulanê bi hinceta pirsgirêkên binesaziyê nehatine çareserkirin bertek nîşanî Waliyê Mêrdînê û Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin Mahmût Demîrtaş û namzetên parlamenteriyê yên AKP'ê ku çûbûn serdana gund dane, bi îdîaya 'bi zanebûn hewl dide baweriya bi saziyên dewletê xera bike’ lêpirsîn hat vekirin.   Piştî lêpirsînê mûxtar Aslan û aza Îş, bi dayîna destûra lêpirsînê ya Qeymeqam Ahmet Solmaz ji peywîrê hatin wergirtin.