Pêşniyaznameya Akbelenê bi dengên AKP’ê û MHP’ê hate redkirin 2023-08-08 19:21:41   ENQERE - Di Lijneya Giştî ya Meclisê ku bi awayekî awarte civiya de pêşniyaznameya Akbelenê bi dengên parlamenterên AKP’ê û MHP’ê hate redkirin.    Lijneya Giştî ya Meclisê bi rojeva birîna daran a li Daristana Akbelenê ya navçeya Mîlasê ya Muglayê bi awayekî awarte li hev kom bû. Lijneya Giştî ya ku li gorî pêşniyara CHP'ê ya derbarê tiştên li qada madenê ya li Akbelenê pêk hat de hatibû vekirin, piştî ku hejmara 200 parlamenteran ku têra civînê dikir temam bû, dest bi hevdîtinan hate kirin.    BI DENGÊN AKP’Ê Û MHP’Ê HATE REDKIRIN     Rûniştina Lijneya Giştî bi dawî bû. Ji bo hevtîna pêşniyaznameyê 244 deng weke erê û 281 deng jî weke na hatin bikaranîn. Di dawiya muzakereyan de Pêşniyaznameya Civîna Giştî ya CHP'ê ya li ser qirqirina daran a li Daristanên Akbelenê bi dengên AKP’ê û MHP’ê hate redkirin   Meclisê heta 1’ê cotmehê navber da xebatên xwe.