Cansiz ê hatibû binçavkirin hate berdan 2023-08-08 20:52:59   XARPÊT - Birayê siyasetmedara kurd Sakîne Cansiz a li Parîsê hate qetilkirin, Metîn Cansiz ê hatibû binçavkirin hate berdan.     Birayê Sakîne Cansiz a ku yek ji 3 siyasetmedarên jin ên kurd ku di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransayê Parîsê hat qetilkirin Metîn Cansiz li Balafirgeha Elezîza ku ji Elmanyayê hatibû, hatibû binçavkirin.   Cansiz ê bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriye" li Edliyeya Xarpêtê îfadeya wî hate wergirtin, bi şertê kontrola edlî hate berdan.