Dewleta tirk êrişî 2 gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir 2023-08-08 23:45:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk êrişî gundên Hesekê û Şehba yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin.    Dewleta tirk û komên girêdayî wan êrişî gundê Şêx Îsa yê girêdayî Kantona Şehbayê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Hate diyarkirin ku êriş didomin.     Li aliyê din Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) ên dewleta tirk êrişî gundê Til El Leben ê rojhilatê navçeya Til Temir jî kir. Têkildarî êrişê agahiyên berfireh nehatin bidestxistin.