ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2023'YAN 2023-08-09 09:00:14       * Li herêmên Cûdî, Besta, Gabar û Çilênimêja yên Şirnexê birîna daran ku cerdevanan dabûn destpêkirin dewam dike. Di nava 3 salan de 37 qadên daristanan hatin şewitandin û li 67 herêman jî dar hatin birîn.   * Înfaza Teyfîk Yaşli yê 30 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Kiriklar a Bûcayê tê ragirtin, bi hinceta cezayên wî yên hucreyê hene hate taloqkirin.    * Parlamentera Partiya Çepên Kesk Ayten Kordû qala zext û dorpêça li Dêrsima ku parlamentera wê ye kir, anî ziman ku Dêrsim nikare bi qedexeyan bê birêvebirin.    * Pirtûka çîroka kurdî ya Roger Sozdar a bi navê “Rêzan û Çolo” ji Weşanên Aryenê derket.   * Di encama êrişên hewayî yên dewleta tirk ên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê de zarok jî di nav de heta niha herî kêm 150 kes hatine qetilkirin.   * Di Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de ku di destê qeyûm tê rêvebirin, Cengîz Ergul ê wek “qutiya reş” a qeyûmê bere Mûstafa Yaman dihate nasîn û ji ber nelirêtî û zimetê dihat darizandan, derket holê ku di Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Enqere de wek midûrê şaxê hatiye tayînkirin.    * Danişîna Doza Kobanê dê li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bidome. (10.00)   * Asim Sûltanoglû weke Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Rihayê hate tayînkirin ku ji ber destdirêjiya li dijî zarokan a di Weqfa Ensarê de derheqê wî de lêpirsîn hatibû vekirin. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê dê têkildarî tayînkirina Sûltanoglû de li pêşiya avahiya midûriyetê daxuyaniyê bide. (12.30)   * Şaxa TUHAY-DER’ê ya Wanê dê têkildarî tecrîdê li Eywana Dawetan a Erenoglû panelê li dar bixe. (13.00)    * Rojnameger Huseyîn Denîz ku 31 sal berê li navçeya Serêkaniyê hatibû qetilkirin dê îro ji hêla malbat û hezkiriyên xwe ve li ser gora xwe ya li Goristana Serêkaniyê bê bibîranîn. (16.00)