Kordû: Dêrsim nikare bi qedexeyan bê birêvebirin 2023-08-09 09:01:35   DÊRSIM - Parlamentera Partiya Çepên Kesk Ayten Kordû qala zext û dorpêça li Dêrsima ku parlamentera wê ye kir, anî ziman ku Dêrsim nikare bi qedexeyan bê birêvebirin.    Li Dêrsima ku çar aliyên wê bi kamerayên mobeseyê, herêmên ewlehiya taybet, kuleyên leşkerî û noxteyên lêgerînê tejî ye çalakî û aktîvîte her tim tên qedexekirin. Mobeseyên ku li Dêrsimê hatine bicihkirin nava malan jî dibînin. Li bajarê her aliyê wê bi kamerayan tê şopandin bikaranîna tiryakê nikare bê astengkirin. Yek ji pirsgirêka herî girîng a bajêr jî koçkirina ciwanan a Ewropayê ye.   Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Dêrsimê Ayten Kordû, zext û astengiyên li bajêr nirxandin.    TIRYAK ÇAWA BELAV BÛ?   Kordû diyar kir ku daxuyaniyên li ser maf û azadiyên bingehîn ên li bajêr tên dayîn jî an tên bisînorkirin an jî qedexekirin û wiha got: “Di pêvajoya mîhrîcanê de di bin navê ‘aramî û ewlekariyê’ de qedexe hatin pêkanîn. Aramî û ewlekarî bi qedexeyan nayê kirin. Bi bidawîkirina van qedexeyan re atmosfereke aramiyê û ewlekariyê tê pêkanîn. Li bajarekî ku di ketin û derketina wî de noxteyên kontrolê hene û di çalakiyeke biçûk a li bajarekî tê kontrolkirin de bi sedan polîs li ser serê me kom dibin de çawa li bajêr tiryak ev qas belav dibe. Ev perçeyekî şerê taybet e. Ev perçeyekî bêesilkirina ciwanan e. Vê asteng bikin. Heke hûn bixwazin li bajêr aramî û baweriyê pêk bînin; Gulistan Dokû li ku ye? Wê bibînin.”   ‘BI ZANEBÛN PÊŞÎ LI KOÇBERIYÊ TÊ VEKIRIN’     Kordû da zanîn ku divê polîtîkayên şer ên li bajêr di demeke herî nêz de bi dawî bibin û anî ziman ku li bajar pirsgirêka aboriyê tê jiyîn. Kordû bi bîr xist ku Dêrsim bajarekî ku komkujî û qirkirin dîtiye û anî ziman ku gelên li bajêr dijîn li dijî bawerî, nasname û çanda xwe rastî zextan hatine. Kordû, da zanîn ku rewşa “bêhêvîtiyê” ya li Dêrsimê hatiye avakirin, zext û bêkariyê rê li ber koçberiyê vekiriye û wiha berdewam kir: “Bi hezaran ciwanên me ji ber van polîtîkayên zordar neçar dimînin bibin koçber. Di encama van polîtîkayan de ciwan bi polîtîkayên weke ‘hawira ne ewle, zext, binçavkirin, lêpirsîn, nikare karê xwe bike, sirgunê’ bingehê amade dike ku welatî koçberî derveyî welat bibin. Li vir bi zanebûn pêşî li ber koçberiyê tê vekirin. Nêzîkatiyeke rê li ber bêmirovbûnê vedike heye.”   Kordû, bang kir ku herkes li ax, av, ziman û baweriya xwe xwedî derkeve û axa xwe neterikînin.    ‘DIVÊ BI KEVNEŞOPIYA BERXWEDANÊ TÊBIKOŞIN’    Kordû, ya bal kişand ser dîroka berxwedanê ya Dêrsimê, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev dîroka berxwedanê di Sakîne Cansiz û Aysel Doganê de hebû. Em hêza xwe ji vê berxwedanê digirin, em ji dîroka xwe ya qedîm digirin. Ji ber vê yekê jî em hem hewl bidin vê polîtîkaya şer teşhîr bikin hem jî teşeyên jiyanê yên alternatîf ava bikin. Divê em li vî bajarî bi hev re bikin.”   Kordû ya diyar kir ku li her derê weke ku Dêrsim bajarekî tûrîzmê ye tê anonskirin, anî ziman ku belavkirina vê jî perçeyekî polîtîkayên pişaftinê ne û wiha got: “Cihên me yên pîroz di bin navê tûrîzmê de digirin dest. Ev jî li dijî bawerî û nasnameya me nêzîkatiyeke din a pişaftinê ye. Em vê qebûl nakin. Em bi wê baweriyê li vir dijîn. Em bi wê baweriyê xwedî li ax û ava xwe derdikevin û îbadetên xwe dikin. Ji ber wê yekê ji bo girîng e. Bi vekirina tûrîzmê ya cihên me yên pîroz, hewl didin bikin perçeyekî pişaftinê. Têkildarî vê jî bertekeke cidî ya bajêr û gelê me heye. Têkildarî vê em ê bi saziyên sivîl ên civakî û saziyên elewiyan re ji vir û şunde jî xebatên xwe bidomînin.”   ‘DÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME’    Kordû, destnîşan kir ku hewl tê dayîn Dêrsimê bikin bajarê qedexeyan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di her warî de bajarê me veguheriye bajarê qedexeyan. Esas em vê gotinê weke polîtîkayên bûne parçeyekê bişaftinê yên pêşiyê li maf û azadiyan digirin dibînin. Hûn nikarin ji cihên baweriyê re û ji erdnîgariya gelekî nayê nasîn, çand û zimanê wî tê înkarkirin re bêjin ‘bajarê tûrîzmê’ û bi vê nêzîkbûnê re li ser hin tiştan veşêrin. Hûn nikarin bikin parçeyekî bişaftinê. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî vê bidomînin.”   MA / Mujdat Can