‘Qutiya reş’ a qeyûmê nelirêtî dikir li ser kar e 2023-08-09 10:15:27   MÊRDÎN - Li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin, Cengîz Ergul ê wek “qutiya reş” a qeyûmê berê Mûstafa Yaman dihate nasîn. Ergul, ji ber nelirêtî û zimetê dihat darizandin. Derlet holê ku li Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Enqereyê weke midûrê şaxê hatiye tayînkirin.   Cengîz Ergul ê li Şaredariya Bajarê Mezin ê Merdînê ya qeyûm lê hatiye tayînkirin weke Midûrê Karê Nivîsgeha Taybet hatibû peywirdarkirin û weke “qutiya reş” a qeyûmê berê Mûstafa Yaman dihate nasîn, ji ber karên nelirêtî û zimetê dihate darizandin. Derket holê ku Cengîz Ergul li Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya navçeya Yenîmahalle ya Enqereyê weke midûrê şaxê hatiye peywirdarkirin. Cara ewil Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê navçeya Yenîmahalleyê Velî Karakûş çû serdana Ergul.    ‘QUTIYA REŞ’ A QEYÛM   Ergul ê weke “qutiya reş” ê qeyûmê berê Mûstafa Yaman dihate nasîn, dema ku Yaman cara duyem hate tayînkirin der barê wan de gelek belge derketin holê û navbera Yaman û Ergul xera bûbû. Ergul, ji Mêrdînê derket û bû şêwirmendê Parlamenterê AKP’ê yê Konyayê Halîl Etyemez. Cengîz Ergul tevî Midûrê Karê Nivgeha Taybet wek Serokatiya Daîreya Karûbarên Agahiyan, Serokê Daîreya Xizmetên Civakî, Alîkarê Sekreterê Giştî yê Teknîkê jî hate peywirdarkirin. Cengîz Ergul li gel 13 kesan di doza ji ber nelirêtiyan hatiye vekirin de weke sûcdar tê darizandin.    DIZÎ DI ÎDIANAMEYÊ DE CIH GIRT   Di doza behsê xeberê de 14 kes ji ber sûcdariya “Xapandin”, “Zimmet” û “Alîkariya Zimetê” têne darizandin. Tê gotin ku wan kesan, fatûreyên sexte derxistine û bi awayeke bêusilî pere razandine, ji kesên di şaredariyê de naxebitin re mûçe girêdane, pereyên ji hesaba şaredariyê re hatine kişandin ji holê rakirine û bi milyonan lîre winda kirine.    KARMENDÊ PROTOKOLÊ NAVÊ WÎ DA   Di darizandinê de Karmendê Protokolê Bulent Erdolû têkildarî pereyên xistine zimetê de parastina xwe de wiha got: “Têkildarî mijarê Midûrê me yê Karê Nivîsgeha Taybet (Ergul) bang li min kir. Ji min re wihat got, ‘Fermana walî beg e, dê biçî cem Mehmet Bûlût û ji walî beg re dê 20 hezar TL bînî.’ Em jî çûn Kent A.Ş. …. 20 hezar TL dane min. Ez jî hatim cem Nivîsgeha Taybet û min pere dan Cengîz beg (Ergul). Ez aqûbeta pereyan nizanim. Min pere bi destê xwe da Cengîz Ergul. Piştre Cengîz Ergul jî di heman kêliyê de ket odeya walî û derket. Cengîz Ergul pere stend. Di hundir de çi qewimiye ez nizanim.”   Ergul jî îdia kir ku ew di dema peywira xwe de derneketiye derveyî peywira xwe û di Kent A.Ş.’yê de tu erka wî ya xerckirinê tune ye. Ergul anî ziman ku ew derveyî têkiliya karmendiyê tu têkiliya wî bi Midûrê Giştî yê Kent A.Ş.’yê Mehmet Bûlût re tune û parastina xwe wiha kiribû: “Bi qasî ku ji destê me hat me hewl da ku em peywira xwe rast pêk bînin. Ev sûcdarkirin gelek giran tê. Em mirovên ku helalê jî heramê jî dizanin in. Ez bi edaleta şandeya we ya bilind bawer im.”   ‘SEXTEKARIYA BELGEYÊ’   Dîsa di rapora kesê zana ya ku piştî giliyên karkerên ji kar hatine avêtin hatiye amadekirin de hat tespîtkirin ku rêveberiya qeyûm di belgeyan de sextekarî kiriye. Li ser vê yekê karkeran destnîşan kirin ku Cengîz Ergul ê Serokê Daîreya Karên Agahiyan berpirsyarê sereke ye û xwestibûn ku der barê wî de lêpirsîn were destpêkirin.    MA / Ahmet Kanbal