Gundê Til Temirê bi çekên giran hate bombebarankirin 2023-08-09 10:30:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Gundê Um El Kêf ê li rojavayê navçeya Til Temirê hate bombebarankirin.    Êrişên li dijî gundên navçeya Til Temir a Kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê, îro di danê sibehê de jî êrişî herêmê kirin. Li gorî nûçeya ANHA’yê; gundê El Kêfê bi çekên giran hate bombebarankirin. Di heman demê de li ser herêma navborî liv û tevgera Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) heye.