Rewşa zarokê ketibû hewza şaredariyê giran e 2023-08-09 11:25:16   RIHA -  Zarokê 14 salî Mûrat Başak ku ketibû hewza Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê û hindik mabû bixeniqe, ev bû 3 roj ji bo jiyanê têdikoşe.    Zarokê 14 salî Mûrat Başak di 6’ê tebaxê de ji bo avjeniyê kete Hewza Mehmet Tuz a Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ya li Taxa Suleymaniye ya navçeya Halîliyeyê. Hindik mabû ku Taş bixeniqe. Başak, ketibû beşa ji bo kesên temenmezin a hewzê û bi qasî 7-8 deqeyan ji hêla kesekî ve nehat ferqkirin. Demek piştre ji hêla zarokên avjenî dikirin ve hate ferqkirin û ji avê hate derxistin. Piştre jî bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligol a Rihayê. Başak, piştre jî sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Rihayê hate kirin.    KÊMASIYA EWLEKARIYÊ    Me xwe gihand dîmenên kamerayên hewzê dikişînin û tê dîtin ku Başak ji hêla zarokên avjeniyê dikin ve tê ferqkirin û derxistin. Bavê Başak, Mehmet Başak got ku di bûyera heyî de terkexemî heye û kêmasiya ewlekariyê heye. Bav Başak xwest ku berpirsyar bên tespîtkirin û cezakirin. Başak, da zanîn ku di dema mudaxileya ewil de bijîşkan masaja dil kirine û pişika zarokê wî teqandine. Başak, wiha dom kir: “Dilê zarokê min bi qasî 20 deqeyan sekinî. Canxelasên li ser hewzê zêde masaj kirine û zêde giranî dane ser singê wî. Piştre li nexweşxaneyê dilê wî dîsa hate xebitandin. Niha entube bûye. Xesareke bi qasî ji sedî 70 gihiştiye mejiyê wî. Yên ku masaja dil kirin jî xebatkarên şaredariyê ne. Weke canxelasan li wir dixebitin. Lê belgeyên wan tune ne. Bi dehan zarok di hewzê de hene. Ne diyar e bê ka kî çi dike.”    ‘TU KES BERPIRSYARIYÊ LI XWE NAGIRE’   Başak, got ku diviya nehatiba hiştin ku zarokê wî biketa beşa ji bo kesên temenmezin û wiha pê de çû: “Ev yek zeafiyeta ewlehiyê ye. Di wê beşê de dixeniqe. Zarokên di temenê wî de wî xelas dikin. Li wir hem xebatkarên şaredariyê hem jî kesên jê re canxelas tê gotin hene. Li gel parêzerî em çûn qereqolê. Li hewzê 4-5 kamera hene lê me karî tenê dîmenên kamerayekê bigirin. Heta niha jî tu rayedarên şaredariyê xwe negihandiye me. Xebatkarên şaredariyê weke canxelas dixebitin. Di dîmenan de 4 peywirdarên ewlekariyê hene lê her 4 jî ji xwe re rûnişti ne. Tu kes berpirsyartiyê li xwe nagire. Bi serê zarokê min hat lê ji bo ku bi serê zarokên tu kesên din neyê, ez ê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînim. Em ê heta dawiyê bidomînin.”    Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê têkildarî bûyerê daxuyanî da û îdia kir ku li ser hawîzê canxelasên wan hene û di bûyerê de tu terkexemî nînin.