Komên paramîlîter êrişî Eyn Îsayê kirin: 2 jê zarok, 3 kes hatin qetilkirin 2023-08-09 13:00:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk êrişî Eyn Îsayê kirin. Di encama êrişê de ji heman malbatê 2 jê zarok bi giştî 3 kes hatin qetilkirin.    Li gorî nûçeya ANHA’yê; komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk duh gundê El Şirkê yê li rojhilatê Eyn Îsayê bombebaran kirin. Di encama êrişê de ji malbata Îsmaîl Hadî El Xelawî zarok Hîba El Xelawî (10), Ebdullah (3) û bapîrê wan Doza (60) hatin qetilkirin. Di heman erişê de Melek (12), Tehanî (5) û dayika wan Heya Omer (25) jî birîndar bûn. Welatiyên birîndar rakirin Nexweşxaneya Reqayê.