Doza Kobanê: Ji şêweyê siyaseta HDP’ê aciz in 2023-08-09 16:28:11 ENQERE - Parêzer Atîlla Bahçivan di Doza Kobanê de got ku di bernameya HDP’ê de peyva “welatê hevpar” heye û ev tişt anî ziman: “Ji şêweyê siyaseta cuda ya HDP’ê aciz in. Ev acizî jî weke mutalaa derdikevin pêşiya me.”    Rûniştina sêyemîn a 28’emîn danişîna Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê di roja duyemîn de didome.   Fîgen Yuksekdag bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû.    Piştre jî parêzerê Bîrcan Yorulmaz ku bi awayeke negirtî tê darizandin Atîlla Bahçivan parastina xwe domand. Bahçivan, got ku e-maîla tê îdiakirin PYD’ê şandiye gelek caran ji hêla medyaya alîgir ve tê bikaranîn û wiha domand: “Lewma miwekîla min ji kar hate derxistin. Lê ev tenê senaryoye. Divê hûn bibînin bê ka ev nirxandin bandoreke çawa li ser jiyanê dikin. Dema îddianame û mutalaa bi awayeke mekanîk tên amadekirin, em ji bîr dikin ku mirov in. Mirovbûn tiştekî cuda ye. Hesta edaletê hem di kesên tên darizandin de hem jî di nava gel de kêm dibe. Niha jî ev hest tê afirandin.”    ‘ŞÊWEYA WÊ YA SIYASETÊ CUDA YE’    Bahçivan, got ku dosya dosyayeke siyasî ye û wiha domand: “Darizandin li ser kaxizê, li ser hûrgiliyên biçûk tê kirin. Çima her tim tiştên muxalîfan kirine derdikevin pêşiya me? Gelo ma yên din tu sûcan nakin? Beriya her tiştî miwekîlên me xwedî şêweyeke siyasetê ya cuda ne. Bi nêrîneke cuda li pirsgirêkên Tirkiyeyê dinêrin û çareseriyên cuda diafirînin. Di heman demê de rêbazeke cuda heye. Tevahiya partiyên din vê rêbazê bi kar tînin; ‘dengê xwe bidin me, em ê van pirsgirêkan çareser bikin.’ Lê partiya miwekîlên me wiha dibêjin; ‘pirsgirêkeke me heye û bêyî ku em li benda îktîdarbûnê bisekinin, werin em van pirsgirêkan çareser bikin.’ Ev, rêbazeke cuda ye. Pêşniyara neteweya demokratîk, komara demkratîk dikin. Li Tirkiyeyê feraseteke serdest heye ku ev jî yekperestî ye. Pênaseyeke vê feraseta siyasetê heye lê kesek vê napirse.”    ‘ACIZIYÊN WAN VEDIGUHERIN ÎDDIANAMEYAN’    Bahçivan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Feraseta behsa xeberê li dijî piranîparêziyê ye. AKP dibêje ku tenê dewlemend dikarin bijîn. Beşek jî dibêje ku siyaset tenê karê zilaman e. Hinek jê weke karê rantê dibîne û naxwazin gel siyasetê bike. Qismek jî dibêje leşker dikarin bikin. Dema wiha dibe jî ferqa HDP’ê derdikeve holê. Terzê HDP’ê wan aciz dike. Siyaset di nava gel de belav kirin û ev tiştekî xwezayî ye. Ev jî dizivire dizivire û weke mutalaaya dozger derdikeve pêşiya me. Rêya manîpûlekirinê ya herî hêsan, dabeşkerî ye. Piştre jî li ser medyaya lînç tê destpêkirin û dozger jî lêpirsînê didin destpêkirin.”    ‘GOTINA ‘WELATÊ HEVPAR’ WAN ACIZ DIKE    Parêzer Bahçivan anî ziman ku daxwaza tayînkirina aştiyane ya gelekê ku ev sed sal in mafên wan tên înkarkirin tên darizandin û wiha bi dawî kir: “Pêşniyarên girîng ên HDP’ê ji bo dinya, Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê hene. Ev pêşniyarên çareseriyê jî pergalê aciz dikin. Heke hûn bixwazin vî şêweyê siyasetê berteraf bikin, rêya herî hêsan tawanbariya dabeşkeriyê ye. Ne di bernameya HDP’ê û ne jî di ya PKK’ê de daxwaza dewleteke cuda nîne. Berevajî vê, balê dikişînin ser peyva ‘welatê hevpar.’ Lewma êrişî HDP’ê dikin. HDP’ê li ku derê qala daxwaza parçekirina Tirkiyeyê kiriye. Mînakekê nîşan bidin. Dema ev tirsa parçebûnê ji holê hate rakirin, wê demê dê pêkvejiyan mimkin bibe. Di bingeha hemû pirsgirêkên niha de, neçareserkirina pirsgirêka kurd heye. Doza Kobanê, ne dozeke jirêzê ye. Li Tirkiyeyê girîngtirîn doz e. Ez dixwazim tevdîra kontrola edlî ya ji bo miwekîla min were rakirin.”   Piştî daxwaza Bahçivan, dadgehê mafê axaftinê da dozger. Dozger xwest ku ev daxwaz were redkirin.    Dadgehê biryara navberê da û xwest ku sepana li Yorulmaz tê ferzkirin hinek were ‘sivikkirin.’ Li gorî vê yekê dê Yorulmaz li şûna hefteyê du caran dayîna îmzeyê êdî mehê carekê biçe îmzeyê bide.    Piştî biryara navberê, dadgehê danişîn taloqî sibe saet 10.00’an kir.