Kişanak piştî merasîma cenazeyê xwişka xwe birin girtîgehê 2023-08-09 16:29:46 XARPÊT - Piştî ku girtiya siyasî Gulten Kişanak tev li merasîma cenazeyê xwişka xwe Zeynep Ozer bû, dîsa birin girtîgehê.    Xwişka siyasetmedara kurd Gulten Kişanak, Zeynep Ozer ji ber nexweşiya gurçikan jiyana xwe ji dest da. Gulten Kişanak ku li Girtîgeha Tîpa F ya bi Ewlehiya Bilind a Kandirayê dihat ragirtin, ji bo tev li merasîma definkirina cenazeyê xwişka bibe anîn Xarpêtê. Kişanakê piştî merasîma definkirinê sersaxî qebûl kir.     Piştî ku karûbarên veşartina li gundê Sun ê Xarpêtê, Kişanak çû serdana gorên dê, bav û mezinên malbatê. Kişanakê piştî qebûlkirina sersaxiyan ji heval û xizmên xwe xatir xwest. Piştî xatirxwestinê jî leşkeran Kişanak birin Girtîgeha Tîpa F ya bi Ewlekariya Bilind a Kandirayê.