Balafireke dewleta tirk li Silêmaniyê wesayîtek bombebaran kir 2023-08-09 18:15:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Balafireke Biçek û Bêmirov (SÎHA) ya dewleta tirk, li navçeya Dûkan ya Silêmaniyê wesayîteke sivîlan bombebaran kir û di encamê de du kes birîndar bûn.   Balafireke Biçek û Bêmirov a dewleta tirk li ser rêya Dûkan-Xelekan ya sînorê parêzgaha Silêmaniyê wesayîtek sivîlan bombebaran kir û li gorî agahiyên ku Qeymeqamê Navçeya Navendî ya Silêmaniyê dan di encama êrişa balafirê de du kes birîndar bûne. Hate zanîn ku welatiyên ku di encama êrişê de birîndar bûne, rakirine Nexweşxaneya Dûkanê.   Li gorî nûçeya Rojnewsê, hate zanîn ku rewşa kesên birîndar, girane û niha ew li Nexweşxaneya Dûkanê tên tedawîkirin.   Li gorî agahiyên xwecihî, êriş li ser rêya nêzîkî gundê Qelat pêkhatiye û tîmên Parastina Sivîl çûne cihê bûyerê û agirê bi wesayîtê ketiye vemirandine û ji aliyê hêzên ewlekariyê ve lêkolîna li ser êrişê hatiye destpêkirin.