Zarokekê di qezayê de jiyana xwe ji dest da 2023-08-09 21:00:25   ŞIRNEX - Li gundê Milakêrî yê Şirnexê traktor qelibî û qeza çêbû. Di encama qezayê de zarokeke 11 salî jiyana xwe ji dest da.   Li gundê Milakêrî yê girêdayî Şirnexê traktora ku N.B diajot qelibî û qeza kir. Li gel qezayê xebatkarên tenduristiyê, agirkuj û cenderme sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Di qezayê de K.B, F.B û Berfîn B. yên di traktorê de bûn birîndar bûn. Kesên ku birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Lê Berfîn B. ya 11 salî tevî hemû mudaxileyan nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.