Ciwanan li dijî tecrîdê banga hevgirtinê kirin 2023-08-09 21:33:42   LOZAN - Tevgerên ciwanan, di çalakiya li Lozanê ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirin de li dijî tecrîdê banga hevgirtinê kirin.    Li bajarê Lozanê yê Swîsreyê bi daxwaza ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin û azadiya wî pêk were çalakiyek hate lidarxistin.Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) ku li ber îstasyona trênê ya navendê hatin bahev, li vir daxuyaniyek dan.    Di çalakiya ku her tim daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hate kirin de daxuyanî bi metnê fransizî hate xwendin. Hayrî Amed ê li ser navê tevgerên ciwanan axivî, wiha got: “Li dijî tecrîda mutleq a 29 meh in bêhiqûqî, ne însanî û nayê qebûlkirin, em bang li ciwanên kurd dikin ku li ser bingeha azadiya Rêber Apo bibin yek.”   Piştî axaftinê ciwanan bi banga beşdarbûna çalakiya ku wê 12’ê tebaxê saet 17.00’an li Qada St Laurant a Lozanê li ser esasê mîsogerkirina azadiya Abdullah Ocalan di pêşengtiya TCŞ û TekoJIN'ê de bê lidarxistin bi dawî kirin.