ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2023'YAN 2023-08-10 09:00:37   * Endamê Lijneya Koordînasyona DÎB’ê Zekî Tombak, bal kişand ser girîngiya banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a “di hefteyekê de dikarim çareser bikim” û got: “Pêdiviya Tirkiyeyê bi bandora Abdullah Ocalan a li ser gelê kurd û rêxistinên kurdan heye.”   * Endamê ÎHD’ê Eren Baskin diyar kir ku ji ber polîtîkayên bêcezatiyê li Colemêrgê garantiya jiyanê nîne û destnîşan kir ku divê li her qadê mafê jiyanê bê parastin.    * Girtiyê nexweşiya gurçîkan û ji sedî 92 astengdar Firat Nebîoglû, tevî dîtina donor jî neqla wî gurçîkê nayê kirin û înfaza wî nayê taloqkirin.   * Huseyîn Çelîk ê 80 salî ku komkujiya piştî berxwedana 1938’an li Dêrsimê çêbû bi bîr xist, wiha got: “Wê demê mirov hatin qetilkirin. Kesên ev yek kirin îro xwezayê qetil dikin.”   * Dîroknas Ayfer Karakaya Stûmp ku dixwaze çand û kevneşopiya elewiyan derbasî arşîva dîjîtal bike wiha got: “Em armanc dikin ku mîrateya çandî ya elewiyan bêyî şopekê ji holê ranebe.”   * Hevdîrektorê MLSA’yê Veysel Ok diyar kir ku biryara betalkirina qedexekirina çalakiya MKM’ê hemû hunermendan eleqeder dike û wiha got: “Biryar, encama têkoşîna hunermendên kurd e. Vê biryarê rêya hemû kesên hunerê dikin vedike.”    * Danişîna Doza Kobanê dê li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bidome. (10.00)   * KESK'a Stenbolê û Platforma Şaxan a Îzmîrê dê têkildarî Peymana Kar a Komî daxuyaniyê bide. (18.30)   * TOP dê têkildarî vekirina qadên zeytûngehan li ber îmarê, li Îzmîr, Edene û Mêrsînê daxuyaniyê bide. (18.30)