Rewşa girtiyê nexweş Nebîoglû di xetereyê de ye 2023-08-10 09:10:10 AMED - Girtiyê nexweşiya gurçîkan û ji sedî 92 astengdar Firat Nebîoglû, tevî dîtina donor jî neqla wî gurçîkê nayê kirin û înfaza wî nayê taloqkirin.   Girtiyê nexweş Firat Nebîoglû ku di sala 2015’an de li Êlihê hat girtin û bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 11 sal û 7 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn, ji ber bêtedawîbûyînê her du gurçîkên wî îflas kirin. Nebioglû yê ku ji sedî 92 astengdar e û çavên wî nabnin û guhên wî nabihîzin, di hefteyê de 3 rojan diçe hemodiyalîzê. Nebîoglû ku ji ber nexweşiya gurçikê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Êlihê, rapora "Nikare li girtîgehê bimîne" jê re hat dayîn. 3'yemîn Lijneya Pispor a Tiba Edlî di 14'ê Adara 2022'an de biryar da ku girtî dikare jiyana xwe di şert û mercên girtîgehê de bidomîne.   Nebîoglû ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Amedê tê ragirtin, tevî dîtina donor jî neqla wî ya gurçîkê nayê kirin û mafên wî yên gihiştina xizmeta tendûristiyê jî tê binpêkirin. Girtiyê nexweş Nebîoglû ku di stûyê wî de jî “Jûgûller Kateter” heye, salek beriya niha ji ber nexweşiya xwe ji Girtîgeha Beşîrî ya Êlihê sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Amedê hatibû kirin. Nebîoglû, di 25’ê tîrmeha 2022’yan de ji bo kontrolê dibin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê û heyet biryara “Divê di cihek biklîma de bimîne û nikare di bin şert û mercên girtîgehê de neqla gurçîkê bê kirin ” dide. Sedem jî, “heke xuhdan bide dê rîska enfeksiyonê derbikeve holê û jiyana wî bikeve xetereyê de” tê nîşan dan. Lê hat zanîn ku ev saleke hêj jî Nebîoglû di cihekî bêklîma de dimîne.    ‘JI SEDÎ 92 ASTENGDAR E’   Her wiha bi rapora Nexweşxaneya Gazî Yaşargîl a Perwerdehî û Lêkolînê ya 28’ê kanûna 2022’yan jî Nebîoglû, bi giştî ji sedî 92 astengdar e. Apê Nebîoglû Emîn Şahîn weke donor tê pejirandin û di heman raporê de ev tê gotin: “Heke rewşa, dibe ku dermanên piştî neqla gurçîkê tên dayîn rewşa girtî û fonksîyonên gurçîkan xerab bike li ber çav bê girtin û şert û mercên paqijiyê bê pêkanîn, neqla gurçîkê di van şert û mercan de tê pêşniyar kirin.”    SERLÊDANA TALOQKIRINA ÎNFAZA WÎ HAT REDKIRIN   Piştî vê yekê parêzerên Nebîoglû ji bo taloqkirina înfaza wî serî li dozgeriyê dan. Piştî serlêdanê, ji Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşaroglû ya Amedê raporek tê xwestin û heyeta nexweşxaneyê piştî 3 mehan di 21 sibata 2023’yan de raporeke din amade dike. Di raporê de “Di şert û mercên girtîgehê de ji ber bi kar anîna dermanan neqla gurçîkê birîsk e. Lê heke şert û mercên girtîgehê li gor pêdiviyên girtî bê çêkirin, dikare tenê di girtîgehê de bimîne” tê gotin. Dozgeriya înfazê jî li ser vê yekê biryar dide û serlêdana parêzeran tê redkirin. Balkêşe ku di beşa nefrolojiya raporê de neqla gurçîkê birîsk tê dîtin.   ‘EV SALEK E KLÎMAYÊ NADIN’   Berdevkê Komîsyona Girtîgehan ê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Firat Taşkin destnîşan kir ku li gor serlêdana malbatê ew demekî dirêj e tenduristiya girtî dişopînin. Taşkin, anî ziman ku lê di şert û mercên girtîgehê de rewşa girtî roj bi roj nexweştir dibe û rewşa girtîgehê ji bo girtî tedawiyek baş bibîne nayê amadekirin. Taşkin, bi lêv kir ku Nebîoglû salekê beriya niha ji bo tedawiyê sewqî Amedê kirine û wiha got: “Gava anîne Amedê ji bo kontrolê birine Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê û bijîşkê nexweşxaneyê rapora ‘Divê nexweş di girtîgehê de li cihekî biklîma bê ragirtin’ daye. Di depoyên girtîgehê de klîmayên ku beriya niha ji qawîşan hatine komkirin, hene û lê dîsa jî ev saleke klîma nedane odeya wî. Girtî ji ber katetera di stûyê xwe de xwedan bide dê enfeksiyon bigire û rewşa wî dê bikeve xetereyê de. Serlêdanên girtî yên derbarê vê yekê de ji aliyê rêveberiya girtîgehê û dadgeha înfazê ve hat redkirin.”   ‘NIKARE JIYANA XWE BIDOMÎNE’   Taşkin, diyar kir ku di rapora lijneya tenduristiyê de tê gotin ku heke diyeta girtî were şopandin, ew dikare bi tena serê xwe di girtîgehê de bijî. Taşkin, anî ziman ku divê rojê herî kêm xwarinek biproteîn bê dayîn, lê heftê carekê xwarina biproteîn didin girtî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Girtî di nava du hefteyên dawî de 4 kîlo kêm kirine. Ev jî nîşan dide ku girtî wê nikaribe di şert û mercên girtîgehê de jiyana xwe bidomîne. Di van şert û mercan de divê înfaza girtiyan bê taloqkirin jî, daxwaza taloqkirina înfazê ji aliyê bijişkan ve guncav nehat dîtin. Lêbelê, ji ber dîtina donorek guncaw, dê di demek nêzîk de neqla gurçikê jî bê kirin. Tevî ku diyar e heke nexweş piştî neqlê enfeksiyon bigire, wê jiyana wî bikeve metirsiyê de, daxwaza paşxistina înfaza wî nayê qebûlkirin û berdana wî dê di sala 2027’an de be.”   MA / Bazîd Evren