‘Di sala 1938’an de mirov niha jî xweza tê qetilkirin’ 2023-08-10 09:11:30 DÊRSIM - Huseyîn Çelîk ê 80 salî ku komkujiya piştî berxwedana 1938’an li Dêrsimê çêbû bi bîr xist, wiha got: “Wê demê mirov hatin qetilkirin. Kesên ev yek kirin îro xwezayê qetil dikin.”   Bi 21’emîn Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê ku bi dirûşma “Li dijî talankirina madenan em xweza û jiyanê diparêzin” li Dêrsimê li dijî polîtîkayên desthilatê yên ku talana ekolojîk kûrtir kir hêrs zêde bû. Bi hezaran kesên di mîhrîcanê de li dijî kana madenê ya tê plankirin a li Dêrsîmê hatin cem hev, qêriyan û gotin ku wê destûrê nedin talankirina xwezayê.   ‘BI AVANIYA XWEZAYA TÊ LÎSTIN’    Fûnda Çelîk a 84 salî ku li Dêrsimê dijî, anî ziman ku li dijî xweza Dêrsimê polîtîkayên talanê tên meşandin û bi lêv kir ku li dijî vê rewşê ne. Çelîk anî ziman ku bi xwezaya bajêr tê lîstin. Esma Toprak a 63 salî jî diyar kir ku hewl tê dayîn xwezaya Dêrsimê bê qirêjkirin û wiha got: “Heke hatibûna xwezaya Dêrsimê dîtibûna ev tişt nedikirin. Em li dijî bendavan e. Bila kes bi avaniya mirov û xwezayê nelîze.”   ‘DIVÊ LI DIJÎ TALANA EKOLOJÎK BIBIN YEK’    Huseyîn Çelîk ê 89 salî jî diyar kir ku divê mirov li dijî talana ekolojîk bibin yek. Çelîk, destnîşan kir ku têkoşîna ekolojîk têkoşîneke civakî ye û wiha got: “Di sala 1938’an de ewqas avahî hatin şewitandin û hilweşandin. Mirov hatin qetilkirin. Mirovên ku ev kirin niha jî xwezayê qetil dikin. Bi min û bi te ev kar naqede. Divê yên serî helwesteke wekhevîxwaz bin. Heke yekitî nebe, siyaseta ku dimeşîne jî bi kêrî tiştekê nayê.”   ‘PÊDIVIYA MIROVAN BI XWEZAYÊ HEYE’    Endama Komeleya Ji Bo Xwezayê Huner Goksel Ezelturk, bi bîr xist ku mirov jî perçeyek ji xwezayê ne. Ezelturk, diyar kir ku xweza ji bo madenan tê talankirin û wiha got: “Pêdiviya mirovan bi vê axê heye, di heman demê de pêdiviya xwezayê jî bi mirovan heye. Di hawîrdoreke ku mirov xwezayê evqas qetildikin de, şensê jiyîna mirovan a zêde nabe. Divê ev li ber çav bên girtin û polîtîkayên nû bên diyarkirin. Divê mijarê de divê polîtîkayên dewletê ji nû vê bên nûkirin.”   ‘KRÎZA AVHEWAYÊ DILEZÎNE’    Ezelturk, destnîşan kir ku talana daran krîza avhewayê dilezîne û wiha berdewam kir: “Talana daran wê bandorên gelekî giran li bêavî û zêdebûna germê bike. Pêdiviya me bi rêxistinkirineke rast heye, ji ber ku dewlet di noxteyeke ku di nava gel û sermayeyê de sermayeyê diparêze de ye.”