Çanda elewiyan derbasî arşîva dîjîtalê dibe 2023-08-10 09:13:07     DÊRSIM - Dîroknas Ayfer Karakaya Stûmp ku dixwaze çand û kevneşopiya elewiyan derbasî arşîva dîjîtal bike wiha got: “Em armanc dikin ku mîrateya çandî ya elewiyan bêyî şopekê nehêle ji holê ranebe.”   Dîroknas Doç. Dr. Ayfer Karakaya-Stûmp ku lêkolîneke li ser nivîs, arşîv û belgeyên elewiyan ên li ber tinebûnê ye dike, armanc dike ku di çarçoveya xebatên arşîva dîjîtal de xwe bigihîne 5 hezar gundên elewiyan û bi “Projeya Arşîva Dîjîtal a Elewî-Bektaşî" re çanda elewiyan ji nifşan derbasî nifşan bibe. Stûmp, xebatên xwe û armanca xwe vegotin.    ŞOPÊN KU DIXWAZIN BÊN JÊBIRIN    Stûmp, bi lêv kir ku ji sala 1995’an ve bi çanda elewiyan re eleqedar dibe û serpêhatiya xwe ya destpêkirina projeyê wiha vegot: “Bi komkujiya Sêwazê elewitiya me anîn bîra me. Eleqeya min a bi elewîtiyê re wê demê dest pê kir. Ji ber ku tiştên min têkildarî elewitiyê de xwendin ez qaneh nekirim min li ser dîrokê doktora kir. Min nivîs û belgeyên di ocaxên elewiyan de û belgeyên di arşivan Osmaniyan de dan berhev têkildarî derketina Tevgera Kizilbaşan teza doktorayê nivîsî. Di dema vê xebatê de her tim çûm gundan. Min nivîs û belgeyên di destê Pîran de didîtin, gelek ji wan kevin bûne li gel vê yekê hînbûm ku hin belge hatine windakirin, şewitandin û dizîn. Ji bilî van hin kesên li zanîngehên dewletê, dest avêtin nivîs û belgeyên di arşîvên taybet ên malbatan de. Hema bêje arşîv bi destê dewletê hatin tunekirin. Bi vê polîtîkayê ewilî nifûsa elewiyan pişt re jî xwestin hemû şopên têkildarî elewiyan bên jê birin. Min ferqkir ku bi van hesabên ku dewlet dike re mîrateyeke ji holê tê rakirine û piştî çend salan min Projeya Arşîva Dîjîtal a Elewî û Bektaşî da destpêkirin.”   PROJEYA JI CIVAKÊ RE VEKIRΠ   Stûmp, diyar kir ku bi demsala havînê dest bi projeya xwe kiriye û wiha berdewam kir: “Bi asîstanên teknîkî yên ji aliyê zanîngehê ve hatin dayîn, me di salên biharê de binesaziya teknîkî ya projeyê afirand. Niha ez vê projeyê bi awayekî şefaf bi hemû civak û rêxistinên Elewiyan re parve dikim. Ji ber ku em armanc dikin ku ev proje ji civakê re vekirî be û bibe projeyek ku hemû civaka elewî di demeke dirêj de hem tevkarî hem jî sûdê jê werbigire. Ji ber vê yekê, min vê havînê li cemxaneyeke li Îngilîstanê bi pêşkeşiyekê destpêkê kir, dûre min li Îzmîr û Dêrsîmê pêşkêşî kir û ez ê pêşkêşiyên xwe bidomînim. Em ê bingehekê deynin, pişt re em armanc dikin ku bi dilxwaz, sazî û kesên dixwazin tevkariyê bikin re vê projeyê mezin bikin.”   PROJEYA KU CIWAN BIKARIBIN BIXEBITIN    Stump da zanîn ku projeyek bi tenê jî nîne û anî ziman ku di arşîvê de wê gelek qadên weke destnivîs, belge, wêne û muzîk hebin. Stûmp, anî ziman ku qadên di çarçoveya projeyê de hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez dîroknas im, belge û destnivîsên dîrokî qada min a pisporiyê ne, ez bi vê beşa projeyê re eleqedar im. Xwendekarekî ku li zanîngeheke Amerîkayê doktoraya etnomuzîkolojiyê dike, dê bi beşa arşîvê ya têkildarî qeydên muzîka elewiyan re eleqedar bibe. Ji ber vê yekê, em plan dikin ku li gorî pisporiya wan ji her kesî destekê werbigirin û projeyeke ku ciwanên elewî û dilxwaz ên karibin bi dilxwazî ji bo diyarkirin û neqandina cihên elewiyan ên li qadê bixebitin.”   5 HEZAR GUNDÊN ELEWIYAN TESPÎT KIRIN    Stûmp, bi lêv kir ku di encama lêkolînan de 5 hezar gundên elewiyan tespîtkirine û ji nû ve nexşekirine û anî ziman ku ev proje dê li ser gundan were pêşxistin. Stûmp diyar kir ku dema proje biqede wê nexşerêyeke înteraktîf bê afirandin û wiha lê zêde kir: “Em bifikirin ku mirovekî li ser malbata xwe tiştekî nizane û tenê navê gundê xwe dizane heye. Dema ku hûn li wî gundî bitikînin, hûn ê karibin xwe bigihînin hemû agahiyên bingehîn ên li ser wî gundî. Wekî din, wê karibe xwe bigihîne belgeyên nivîskî, destnivîs, wêneyên kevin ên ji wî gundî.”   ÇAVKANIYÊN FÎNANSAL NÎNIN   Stûmp ku anî ziman ku bêyî armanceke wan a aboriyê hebe derketin rê, pirsgirêkên madî jiyan û wiha pê de çû: “Projeyên bi vî rengî dem û pereyê cidî dixwazin. Dema ku lêkolîneke bi vî rengî li ser civateke din were kirin, saziyên ku hem di warê çavkaniyên mirovî hem jî fînansmanê de wê destekê bidin hene. Rêxistinên elewiyan ji ber ku ji ber parvekirinên xwe yên navxweyî negihaştine qonaxeke saziyî, nikarin tevkariyê bikin. Ji ber vê  yekê tu çavkaniyên me yên fînansal nînin. Tenê alîkariya zanîngehên ku em pê re dixebitin mûçeyê asîstanên teknîkî didin. Ji bo ev proje mezin bibe û berfireh bibe pêdiviya me bi çavkaniyekê heye.”   Stûmp, anî ziman ku armanca wê ew e ku mîrateya çandî ya elewîtiyê bêyî şopekê nehêle ji holê rabe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em dixwazin bi rengekî vê çandê, vê kevneşopiyê bi awayekî dîjîtal qeyd bikin.”   MA / Rewşan Saglam