Hevdîrektorê MLSA’yê Ok: Biryara MKM’ê hemû hunermendan eleqeder dike 2023-08-10 09:37:45 STENBOL - Hevdîrektorê MLSA’yê Veysel Ok diyar kir ku biryara betalkirina qedexekirina çalakiya MKM’ê hemû hunermendan eleqeder dike û wiha got: “Biryar, encama têkoşîna hunermendên kurd e. Vê biryarê rêya hemû kesên hunerê dikin vedike.”    Di serî de hunermendên kurd, çalakiyên muzîkê yên gelek hunermendên ne nêzî îktîdarê ji hêla qeymeqam û waliyan ve tên qedexekirin. Ji van qedexeyan herî zêde jî hunermdên di bin sîwana Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (MKM) de dixebitin in. Çalakiya sala 30’emîn a ku MKM’ê dixwest di 6’ê cotmeha 2021’an de li Navenda Çandê ya Bostanciyê li dar bixe, ji hêla Qeymeqamtiya Kadikoyê ve hate qedexekirin. MKM’ê têkildarî biryara qedexeyê pêvajoya hiqûqî da destpêkirin û dadgehê jî MKM mafdar dît û biryara qeymeqamtiyê betal kir. Hevdîrektorê Komeleya Xebatên Çapemenî û Hiqûqê (MLSA) Veysel Ok anî ziman ku ev biryar ji bo li tevahiya Tirkiyeyê bibe biryareke mînak, girîng e û got ku hewceye ne tenê kurd, tevahiya civakê piştgiriyê bide vê têkoşînê.    QEDEXEKIRINA KONSERAN    Ok, da zanîn ku MKM mezintirîn saziya hunerê ya kurdan e û wiha got: “Ji bo hevdîtina sala 30’emîn ji her devera cîhanê gelek hunermedên kurd hatin Stenbolê. Qeymeqamtiya Kadikoyê ev hevdîtin bi îdiaya ‘dibe ku tundî û propaganda be’ qedexe kir. Di heman demê de parvekirina HDP’ê weke hinceta qedexekirinê nîşan da. Me jî di vê mijarê de biryara dozê da; di salên dawî de zextên li ser muzîka kurdî roj bi roj zêdetir dibin. Li Stenbolê hema hema qet nahêlin konseran li dar bixin. Konserên Mem Ararat û MKM’ê hatin qedexekirin. Di esasê xwe de me biryar da ku ev doz bibe dozeke mînak. Ji ber ku heta niha tu doz nehatine vekirin. Me ev doz weke dozeke mînak fikirî û me serî li Qeymeqamtiya Kadikoyê da. Me jê xwest ku biryara xwe betal bikin. Wan red kir û me jî serî li Dadgeha Îdareyê ya Stenbolê da û me got ku biryara qeymeqamtiyê binpêkirina mafê azadiya xweîfadekirinê û mafê kirina hunerê ye.”    SEDEMÊN BETALKIRINA BIRYARÊ    Bi domdarî Ok anî ziman ku biryara hatiye dayîn tenê muzîk û hunera kurdî eleqedar nake û wiha pê de çû: “Ev biryar tevahiya hunermendên li welêt eleqedar dike. Dadgehê ji bo betalkirina biryarê du sedem nîşan da. Dadgehê got ku Qeymeqamtiya Kadikoyê ji bo îdiaya tundiyê tu daneyên şênber pêşkeş nekiriye. Tenê îstîxbarata polîsan heye. Ji bilî wê tu dane pêşkeş nekiriye. Ya duyemîn jî azadiya xweîfadekirinê ye. Dadgehê biryar da ku huner mafê hemû beşên civakê ye, her kes bêyî ku destûrê bixwaze dikare were ba hev, dikare bicive, dema qeymeqamtî û walîtî biryarên qedexeyan didin hewceye li gorî mafê azadiya xweîfadekirinê û Destûra Bingehîn tevbigerin, tu konser bi awayekî keyfî nayên astengkirin.”    TÊKOŞÎNA HUNERMENDÊN KURD    Di berdewamê de Ok bi lêv kir ku weke mînak dozeke serkeftî ye û wiha dirêjî da axafina xwe: “Ev biryar ji hêla muzîka kurdî ve girîng e. Îxtîmaleke mezin e ku Qeymeqamtiya Kadikoyê dê vê biryarê temyîz bike. Bêguman em jî dê bikin. Ji ber ku daxwaza me ya tazmînata manewî qebûl nekirin. Lê di salên dawî de ji konserên Hadîseyê heta yên Gulşen, Mem Ararat, MKM û hunermendên LGBTî+’yan, gelek konser betal kirin. Yek ji van jî dozê venakin. Cara ewil hunermendên kurd ev yek kirin. Yên ji ewil rastî qedexeyan hatin hunermendên kurd bûn. Yên ji ewil têkoşiyayîn jî ew bûn. Ev biryar bi saya hunermendên kurd hate dayîn. Ev biryar hemû kesên hunerê dike eleqedar dike û pêşiye tevekan jî vedike.”    ‘KURDAN PÊŞIYA MUZÎKÊ VEKIRIN’   Ok, axaftina xwe wiha qedand: “Biryareke mînak a girîng e. Banga min ew e ku ji bo hemû konserên hatine qedexekirin doz werin vekirin. Heke Dadgeha Îdareyê ev biryar nedabûya dê me serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabûya. Heke ji wir jî encamek derneketa dê me serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabûya. Em dikarin bibêjin ku hunermendên kurd pêşiya muzîkê vekirin. Dê qeymeqamtî li gorî biryarê tevnegere. Mîna bûyera Dayikên Şemiyê. Tevî biryara AYM’ê jî tên astengkirin. Lê demek şûnde dê neçar bimînin li gorî wan biryaran tevbigerin. Li Tirkiyeyê zext ji ewil li ser kurdan tên destpêkirin. Piştre li Tirkiyeyê belav dibin. Zext û qedexe ji ewil li ser muzîka kurdî hatin destpêkirin. Raya giştî ya rojavayê Tirkiyeyê guh neda van zextan. Lê ev qedexe niha li her devera Tirkiyeyê hene. Divê hunermend piştgiriyê bidin têkoşîna hiqûq û demokrasiyê. Nexwe ev qedexe ranabin. Divê ne tenê kurd lê tevahiya civaka Tirkiyeyê piştgiriyê bide vê têkoşînê.”