Malên kesên ji Serêkaniyê hatine koçberkirin tên desteserkirin 2023-08-10 11:13:17 NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Serêkaniyê ku di bin kontrola dewleta tirk û komên paramîlîter de ye nêzî 7 hezar û 200 mal hatin desteserkirin.    Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ku dispêre îstatîstîkên Komîteya Koçberan û Komeleya Piştevaniya bi Mexdûran re; dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê li bajarê Serêkaniyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest danin ser kargeh û malên welatiyan. Li gorî îstatîstîkan, piştî ku bajar ketî bin kontrola dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter, zêdetirî 150 hezar welatî hatin koçberkirin. Li şûna van jî malbatên hêzên paramîlîter û komên cuda hatin bicihkirin.    MAL Û KARGEHAN DESTESER DIKIN    Di heman demê de hat diyarkirin ku herî kêm 6 hezar mal hatine desteserkirin. Li malên hatine desteserkirin jî malbatên komên paramîlîter ên ji Hums, Dera, Şam û Idlibê hatine veguhestin û malbatên 55 DAIŞ’iyên ji Kampa Holê reviyayîn hatine bicihkirin. Tevahiya gund û taxên ku mal lê hatine desteserkirin, ji ketin û derketinê hatine qedexekirin. Gelek mal jî veguherandin baregehên leşkerî. Li hêla din, komên paramîlîter dest danîn ser zêdetirî hezar û 200 dikanan û li malbatên xwe belav kirin.