Danişîna rojnamevan Orûç dê 14’ê îlonê de were lidarxistin 2023-08-10 11:14:25 AMED - Danişîna ewil a doza der barê rojnamevan Mehmet Şah Orûç de hatiye vekirin, dê di 14’ê îlonê de li 2'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Bedlîsê were lidarxistin.    Rojnamevan Mehmet Şah Oruç di 27'ê nîsanê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hate girtin. Îdianameya derheqê Orûç de hatiye amadekirin, bi sedema "Bêrayetiyê" ji Amedê şandin Bedlîsê. 2'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Bedlîsê jî îdianameya bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatiye amadekirin qebûl kir û dîroka danişînê diyar kir.    Îdianameya Orûç ji 35 nûçeyên amadekirin û li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal parve kiriye hatiye amadekirin. Her wiha ji 63 rûpelan pêk tê. Danişîna ewil a doza Orûç dê di 14’ê îlonê de li 2'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Bedlîsê bê lidarxistin.