Rêveberiya Xweser: Divê hêzên navneteweyî dawî li dagirkeriya Tirkiyeyê bînin 2023-08-10 13:36:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê êrişa dewleta tirk a li dijî Eyn Îsayê ku 3 kes hatibûn qetilkirin şermezar kir û bang li hêzên navneteweyî kir ku dawî li dagirkeriya dewleta tirk bînin.    Di roja çarşemê de li dijî gundê El Şirkê yê li rojhilatê Eyn Îsayê êriş hatibû kirin û ji heman malbatê 2 jê zarok 3 kes hatibûn qetilkirin û 3 kes jî birîndar bûbûn. Êriş ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibû kirin. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê têkildarî êrişê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Dewleta tirk li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê polîtîkayeke dijminane dimeşîne, binpêkirinê xwe didomîne û demografyaya herêmê diguherîne. Sûcên wê piranî dikevin xana sûcên şer û dermirovî. Bi van sûcan re, dewletat tirk a dagirker qanûnên navneteweyî binpê dike û civata navneteweyî jî li hemberî van sûcan bêdeng e.”    Bi domdarî Rêveberiya Xweser wiha got: “Binpêkirinên dewleta tirk a dagirker ên li Sûriyeyê û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nayên qebûlkirin. Dermirovî ne û divê aliyên navneteweyî bi erk û berpirsiyariyên xwe yên siyasî, exlaqî û mirovî li hember gelê herêmê rabin û dagirkeriya tirk li Sûriyeyê bi dawî bikin da ku ewlehî û îstîqrar li herêmê vegere.”