13 kesên li Taksîmê dolar belav kirin hatin binçavkirin 2023-08-10 14:26:45   STENBOL - 13 kesên li Cadeya Îstîklalê dolar belav kirin, bi îdiaya “Ji bo kîn û dijminatiyê gel sor kirine” hatin binçavkirin.    Kesên li Cadeya Îstîklalê ya Taksîm a Stenbolê dolar belav kirin û dîmenên wê li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal belav kirin, hatin binçavkirin. Di encama serdegirtina vîlaya li Taxa Alkentê ya navçeya Buyukçekmeceyê de 13 kes hatin binçavkirin. Hat zanîn ku her 13 kes bi îdiaya “Ji bo kîn û dijminatiyê gel sor kirine” hatine binçavkirin û sewqî edliyeyê hatin kirin.