Hejmara leşkerên bi ‘gulebarana tacîzê’ de hatine kuştin derket 6’an 2023-08-10 14:32:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Parastinê ragihand ku hejmara leşkerên di “gulebarana tacîzê” de hatine kuştin derket 6'an.      Êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam in. Bîlançoya şer jî roj bi roj girantir dibe. Wezareta Parastinê ragihand ku hejmara leşkerên li Zapê hatine kuştin derketiye 6'an. Di daxuyaniya Wezaretê de hat gotin ku leşkerên wan di encama “gulebarana tacîzê” de hatine kuştin.    Navên leşkerên ku hatine kuştin wiha ne: Serpel Fatîh Ugur Altinbaş (26), çawişê pispor Kemal Ozek (26), serdesteyê pispor Ugur Ozdemîr (30), çawişê pispor Ozkan Lale, leşkerê bipeyman Mahmût Uçdag û çawişê pispor Mûstafa Sezer (28).