HPG’ê têkildarî ‘pevçûnan’ daxuyanî da 2023-08-10 14:49:59   NAVENDA NÛÇEYAN - HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama pevçûnên 24 saetên dawî de 32 leşker hatine kuştin.    Wezareta Parastinê ragihandibû ku di encama “gulebarana tacîzê” ya li herêma Zapê ya Herêma Federe ya Kurdistanê de 6 leşker hatine kuştin. HPG’ê jî têkildarî mijarê daxuyaniyek da. Li gorî daxuyaniya ji hêla ANF’ê hatiye parvekirin, HPG’ê da zanîn ku di encama pevçûnên 24 saetên dawî de herî kêm 32 leşker hatine kuştin. Di heman demê de hat destnîşankirin ku ji leşkerên hatine kuştin 31 jê li Girê Cûdî hatine kuştin.