Li nexweşxaneyê pirsgirêka klîmayê: Nexweş xwe li ber vantîlatorê hênik dikin 2023-08-10 15:57:09 MÊRDÎN - Ji ber ku li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê klîma naxebitin, xizmên nexweşan ji bo xwe hênik bikin vantîlatoran bi kar tînin. Serbijîşk Mehmet Kabak jî xwe bi gotina “xerabe bûye” parast.    Germahiyên li ser pileyên asayî yên demsalan bandoreke giran li welatiyan dikin. Di demeke wiha de li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê klîma naxebitin. Li servîsên nexweş lê dimînin û polîklînîkan bi roja ye klîma naxebitin û malbat bi bertek in.    Rayedarên nexweşxaneyê li hemberî vê pirsgirêkê xwe bi gotina “xera bûne” diparêzin. Xizmên nexweşan jî îdia kirin ku klîmayên li odeyên rayedaran dixebitin lê yên li servîsan girtî ne. Xizmên nexweşxan gotin ku têkildarî arizeyê li fîrmayên pê re eleqeder geriya ne û ji wan re wiha hatiye gotin: “Pereyê me nadin lewma em çênakin.” Li ser vê yekê, xizmên nexweşan bi derfetên xwe vantîlator anîn nexweşxaneyê.    LI NEXWEŞXANEYA DEWLETÊ PIRSGIRÊKA KLÎMAYÊ   Ji xizmên nexweşan Yilmaz Erol wiha got: “Li tevahiya avahiyên nû klîma dixebitin. Li avahiya din jî tu klîma naxebitin. Xelk vantîlatoran tîne û hewl didin nexweşên pê hênik bibin. Dema em bertek nîşan didin jî dibêjin ‘xera bûne.’ Fîrmaya me pê re hevdîtin kirî got ku pere nayê dayîn lewma çênakin. Klîmayên li odeyên rayedaran dixebitin lê yên beşa nexweşan naxebitin. Em dixwazin ev pirsgirêk were çareserkirin. Gelo dê enfeksiyona nexweşan çawa baş bibe?”    Aysel Sezer jî destnîşan kir ku ji ber ku klîma naxebitin perîşan bûne û bi gotina “hinek wijdan” bertek nîşan da.    SERBIJÎŞK XWE BI GOTINA ‘TEVDÎR HATIYE GIRTIN’ PARAST    Têkildarî mijarê em li ser telefonê li Serbijîşkê Nexweşxaneyê Mehmet Kabak geriyan. Kabak got ku klîma xera bûne, cîhazê dike klîma bixebitin şewitî ye, di dema teqînê de cîhazê cihgir jî şewitî ye. Kabak, got ku cîhaz ji Almanyayê tê û heta 45 rojên din encex were. Kabak, bi gotina “me tevdîrên pêwîst girtine” xwe parast.