Di roja 3’yan de navber dan Doza Kobanê 2023-08-10 17:16:38   ENQERE - Endamê MYK’a HDP’ê Can Memîş diyar kir ku dozger di Doza Kobanê Kobanê de li ser texmînan sûcan diafirîne û wiha got: “Dozger mîna dayik û bavê min, derengçûna min a malê, geriyana min kiriye pirsgirêk. Ev tişt, di hiqûqa cezayê de asteke nû ye.”    Rûniştina çaremîn a 28’emîn danişîna Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê di roja çaremîn de didome.   Ji siyasetmedaran Zeynep Karaman a li Girtîgeha Sîncanê tê ragirtin û parêzerê wê di danişînê de amade bûn.    Danişîna dozê bi parastina endamê MYK’a HDP’ê yê berê Can Memîş dest pê kir.    NOBETA SER SÎNOR A LI DIJÎ DAIŞ’Ê WEKE DELÎL HATIYE NÎŞANDAN    Memîş, anî ziman ku di mutalaayê de maîla “Ji Şengalê heta Xezeyê koordînasyona piştevaniyê” weke delîla dijber hatiye nîşandan û wiha got: “Ev maîl piştî bûyerên Kobanê hatiye. ‘Ji Şengalê heta Xezeyê koordînasyona piştevaniyê ‘ weke sûc hatiye nîşandan. Dema Şengal tê gotin divê tiştekî krîmînal neyê bîra kesekî. Tiştekî dilêşe ku platform weke sûc tê nîşandan. Heta dozgeriyê tespît jî nekiriye bê ka ev maîl ji min re hatiye yan na. Di postayeke beriya xebera min navê min derbas bûye û ev yek min nake parçeyeke wê organîzasyonê.”   Bi domdarî Memîş got ku her kes dikare bi sedema ku li ser telefonê neaxiviye were tawanbarkirin û wiha domand: “Ez bi xwe bi Berfîn Ozgul Kose re axivîm. Di îdianameyê de qala ‘kesên din’ ên nediyar tê kirin. Tiştek nedîtine ku me pê tawanbar bikin îcar dibêjin ‘li ser telefonê naaxive ji ber ku têkiliyeke rêxistinî heye.’ Îcar ev li mutalaayê zêde kirine. Ji min pirsîn bê ka tev li bûyerên Kobanê bûme yan na. Ji min nepirsîn bê ka di 1, 2 û 3’yê cotmehê de li ku me. Tenê li ser civînê disekinin bê ka tev li bûme yan na. HDP, rêxistinên jinan, komeleyên cuda, komên çepgir û hwd. li Pirsûsê ‘nobeta sînor’ girtin. Ji bo rê li ber hatin û çûna DAIŞ’ê bigirin ev nobet girtin. Ev nobet ne li dijî Tirkiyeyê, li dijî DAIŞ’ê ne. Îcar ev yek çawa li dijî me tê bikaranîn? Di mutalaa û rapora emniyetê de tespîta tiştekî derqanûnî nehatiye kirin. Hêzên ewlekariyê jî li wir bûn. Ma heke destûra qeymeqamtiyê nebe dê kî bikare li wir nobetê bigire û daxuyaniyê bide?”    ‘DI HIQÛQA CEZAYÊ DE TIŞTEKÎ NÛ’    Memîş, wiha domand: “Ez li Pirsûsê bûm lewma bi organîzekirina bûyerên Kobanê têm tawanbarkirin. Ev yek tenê texmîna dozger e. Hewl dide sûcan biafirîne. Çûna min a Pirsûsê, neaxaftina min a bi tele3fonê û vegera min a Stenbolê weke çalakî nîşan da ye. Mîna dayik û bavê min derengçûna min a malê, her tim geriyana min kiriye pirsgirêk. Tiştekî deraqiliye ku di dadgehan de ev tişt ewqas tê axaftin. Ev yek di hiqûqa cezayê de astekî nû ye.”    ‘ENCAMA NIRXANDINA TEXMÎNÎ SÛC E’    Memîş, got ku endamtiya wî ya MYK’a HDP’ê weke sûc hatiye destnîşankirin û wiha pê de çû: “Pêbaweriya îfadeyên şahid nehatine piştrastkirin. Lê esas hatine girtin. Cihgirtina min a di nava HDP’ê de weke sûc hatiye nîşandan. Lê tenê weke encameke nirxandina texmînî di mutalaayê de cih girtiye. Kotaya temen a di rêziknameyê de jî stratejiyek bû. Di CHP û AKP’ê de jî ev kota ye heye. Em dibêjin bila ciwan bikevin nava siyasetê û bên teşwîqkirin. Komele têkildarî vê mijarê bi AKP û CHP’ê re jî protokolan îmze dikin. Dema em li vê mutalaayê dinêrin, divê çi ciwan siyasetê nekin. Dibe ku ji hêla dozger ve bên darizandin. Tu kes ji ber endamtiya xwe ya partiya siyasî nabe sûcdar. Ji ber gumanan kesek nikare vî mafî binpê bike. HDP çareserî û aştiyê esas digire.”   ‘ÎDAMEKE CIVAKÎ YE’   Memîş, bi lêv kir ku meqama dozgeriyê hêza cemaweriyê weke gefekê bi kar tîne û wiha bi dawî kir: “Dozger dixwaze em tevek di çarçoveya 302’yê de bên cezakirin. Dozger mecbûre ku ji bo vî cezayî çalakiyên şênber tespît bike. Ji roja ev doz dest pê kirî heta niha min 4 zanîngeh qedandin. Heta ku ev doz bidome jî ne dikarim bikevin karekî ne jî dikarim tiştekî bikim. Ev yek, darvekirineke civakî ye.”    Şandeya dadgehê hemû hincet qebûl kir, daxwaza rakirina tevdîra kontrola edlî ya ji bo Can Memîş red kir û heta 14’ê tebaxê navber da danişînê.