DEDAŞ’ê li Serêkaniyê ceyrana 7 gundan birî! 2023-08-10 18:02:29   RIHA - DEDAŞ’ê li navçeya Serêkanî ya Rihayê bi hinceta “deynên xwe nedanê” ceyrana malan û çandiniyê ya 7 gundan birî.    Şîrketa Belavkariyê ya Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) li navçeya Serêkanî ya Rihayê bi hinceta “deynên xwe nedanê” ceyrana malan û çandiniyê ya 7 gundan birî. Muxtarên gundên ceyranên wan hatin birîn, bertek nîşanî vê yekê dan û li ber Odeya Ziraetê ya Serêkaniyê daxuyanî dan çapemeniyê.    ‘NEXWEŞÊN ME YÊN GIRÊDAYÎ TUPÊN OKSÎJENÊ HENE’    Serokê Odeya Ziraetê ya Serêkaniyê Sînan Keskîn ê di daxuyaniyê de axivî, wiha got: “Em deynên xwe didin. Belku li hin gundên me yek du cotkaran deynên xwe nedabin lê deynên yên din nîne. Weke navçeya Serêkaniyê hemû cotkarên me hem li malan hem jî di çandiniyê de bi awayekî herî baş deynên xwe dan. DEDAŞ cotkarên me mexdûr dike, berhemên wan hişk dike. Li malan ceyran nîne. Li gundan av nîne. Li gundan nexweşên me yên girêdayî tupên oksîjenê hene. Qetlîam tê kirin. Em rayedaran alîkariyê dixwazin. Mafê DEDAŞ’ê nîne ku cotkarên me biêşîne. Heke wisa biçe dê cotkar sala pêşiya me neçar bimînin dest ji cotkariyê berdin. Ji ber lêçûn zêde ne êdî cotkar nikarin hilberînin.”