Li Meletiyê bi pileya 5.3 erdhej çêbû 2023-08-10 21:39:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Meletiyê bi pileya 5.3 erdhej çêbû. Gelek bajar bi erdhejê hesiyan.    Li navçeya Yeşîlyûrt a Meletiyê bi pileya 5.3 erdhej çêbû. Erdhej bi 7 kîlometreyan kûrahiyê pêk hat. Riha, Amed, Êlih û gelek bajarên din bi erdhejê hesiyan.    Waliyê Meletiyê Ersîn Yazici, di bernameyeke televîzyonê de derbarê erdhejê de ev tişt got: “Tîmên me li qadê digerin. Heta niha li navçeya Battalgaziyê avahiyeke terkkirî hilweşiya. Lingê zarokekî ku di kolanê re derbas dibû şikest û birin nexweşxaneyê. Çend kesan jî xwe di şaneşînan de avêtine. Tîmên me gera qadên xwe didomînin.”   Li Meletiyê 35 hezar avahiyên xesareke giran gihiştinê hene.