Cadeyên li Colemêrgê bi hinceta ‘ewlehiyê’ hatine girtin 7 sal in nehatine vekirin 2023-08-11 09:05:36 COLEMÊRG - Li Colemêrgê 2 cadeyên li taxên Gupsî û Çalkê di 15’ê tîrmeha 2016’an de bi hinceta ewlehiyê ji trafîkê re hatine girtin û 7 sal in nehatine vekirin.    Li Colemêrgê 2 cadeyên li Taxên Gupsî û Çalkê di 15’ê tîrmeha 2016’an roja hewldana darbeyê de ji hêla Midûriyeta Polîsan a Colemêrgê ve bi hinceta “tevdîra ewlehiyê" ji trafîkê re hatin girtin. Rêya ku Tûgaya Komando û Çiya ya Colemêrgê li ser e ji ber xendekên hatine kolandin û bendên hatine danîn 7 sal in ji hatin û çûyînê re girtî ye. Serlêdanên ku şêniyên taxan ên rêyên wan hatin girtin li Midûriyeta Rêyabêjahiyê û wezaretan kirine 7 sal in nehatine bersivandin. Welatî ji ber girtina cadeyan di pêşwazîkirina pêdiviyên xwe de zehmetiyê dikişînin.    200 MÎTRO DIBIN 6 KÎLOMETRE   Niştecihekî taxê diyar kir ku ji sala 2016’an û vir ve rêya ku gundê Xenanis bi rê ve girê dide û bi taybetî Dibistana Seretayî ya Ehmedê Xanî, avahiyên TOKÎ’yan û Navenda Tenduristiyê ya Malbatê bi rê ve girê dide bi sedemên “ewlekarî” û “kontrolê” hatiye girtin û wiha got: “Li taxa me nêzî 30 malbat dijîn. Rêyên hatine girtin bi dibistanan ve girêdayî ne û di hatin û çûna nexweşxaneyê de pirsgirêkên me yên mezin hene. Em weke şêniyên taxê bi tu awayî nagihin xizmeta servîsa nava bajêr, rêya ku 200 mîtroyan dirêje, ji ber girtî ye dibe 5-6 kîlometre. Divê em ji bo biçin ocaxa tenduristiyê, dibistan û jîngehên din 200 mîtroyan rê biçin lê ji ber rê girtî ye, em li dora bajêr digerin û 5-6 kîlometreyan diçin.”   DI BER KENDALÎ RE DERBAS DIBIN   Şêniyê taxê bal kişand ku di demsala zivistanê de li bajêr gelek berf dibare û wiha berdewam kir: “Ji ber ku em ji aliyê Kirk Konûtlar a rêya wê kendal in digihêjin malên xwe, xetereya jiyanê dijîn. Tevî ku herêma Kirk Konûtlar ji demekî dirêje kendal e û gelek caran qeza lê çêdibin jî tu bergirî nayên girtin.”   BÊÇARETIYA 7 SAL IN DIDOME   Şêniyên taxê yên di nava çend salan de bi daxwaza vekirina cadeyan bi daxwaznameyan serî li Miduriyeta Rêyabêjahiyê ya Colemêrgê û saziyên rayedar dan tu encam bi dest nexistin. Welatiyan diyar kirin ku ji ber girtina cadeyan gelek pirsgirêkên mezin dijîn û xwestin ku pirsgirêk demildest çareser bibin.